Ji KCDK-E’yê banga ji bo Ocalan: Em bi ruhê seferberiyê dakevin qadan 2024-05-23 15:58:24 NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E’yê bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Em bang dikin ku bi ruhê seferberiyê gelê me dakeve qadan û xwedî li Rêber Apo derkeve.”    Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropay (KCDK-E) der barê rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 38 meh in agahî jê nayê girtin daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em pergala îşkence û tecrîdê ya 26 sal in li Îmraliyê tê meşandin qebûl nakin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her dere xwedî li Rêber Apo derkeve.”     'EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ RABIN’    Em dizanin ku komploya li dijî Rêber Apo, navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ji destpêkê ve ev tecrîd û sîstema tecrîdê plan kirin û bi cih anîn. Bi helwestên xwe ji bo berdewamiya pergala Îmraliyê tevkariyê dikin. Şerê qirkirinê yê dewleta tirk li dijî gelê kurd dimeşîne, di berjewendiya hêzên navneteweyî de ye. Ji bo ku Tirkiyeyê di polîtîkayên berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn de bikar bînin gelê kurd dikin qurbanî. Weke KCDK-E em bang li we dikin ku li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û cezayên disîplînê yên li Îmraliyê tên kirin, dakevin qadan û bi ruhê seferberiyê xwedî li Rêber Apo derkevin.”