Li Rihayê berdana 17 girtiyan hat astengkirin 2024-05-22 18:52:32   RIHA - OHD, şaxên ÎHD'ê yên Rihayê û Baroya Rihayê di "Rapora Girtiyan" de ragihandin ku serbestberdana 17 girtiyên li Girtîgehên Tîpa T yên Hejmar 1 û 2 yên Rihayê hatin astengkirin û 34 girtî jî sewqî girtîgehên din hatine kirin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Baroya Rihayê "Rapora Girtiyan" a ku li ser binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 û 2 ya Rihayê amade kirine, bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kirin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, gelek parêzerên qeydên baroyê û pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya baroyê bûn.   Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ku daxuyanî da, diyar kir ku di rapora xwe de ku di encama hevdîtinên bi girtiyan de tespît kirine  li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan hene. Oncel da zanîn ku roj bi roj hejmara girtiyan zêde dibe û wiha got: "Hat diyarkirin ku kapasîteya Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Rihayê bi gelemperî 680 e, lê niha bi zêdekirina kapasîteyê re hejmar di navbera 1000-1000'î de ye. Li Girtîgeha T1 ya Rihayê hezar û 666 girtî hene. Hat ragihandin ku li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê 1744 girtî hene. Hejmara zêde dibe sedema nexweşiyan."    GIRTIYÊN BERDANA WAN HATINE ASTNEGKIRIN   Oncel da zanîn ku berdana Nûrûllah Tutal, Mustafa Mak, Sûat Berlîk, Hakan Ergûn, Cîhat Osman, Muhammed, Ehmed Îsa, Şeracettîn Yuksekbag, Ahmet Yilmaz, Enver Kanmaz, Serhat Bulut, Yilmaz Rûzgar, Îrfan Kiper, Suleyman Devîren, Îsmaîl Hakkî Tursun, Hîdayet Dûger û Îsmaîl Kaplan ên li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê tên girtin berdana wan hatiye astengkirin. Oncel da zanîn ku 34 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 û 2 ya Rihayê jî i dijî sewqî girtîgehên dûrî malbatên wan hatine kirin.    GIRTIYÊN NEXWEŞ   Oncel bal kişand girtiyên nexweş jî û got: "Hat ragihandin ku li girtîgehê gelek girtiyên astengdar hene. Oncel bilêv kir ku Girtiyên nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe îdame bikin hene û got ku demildest divê bên berdan.