Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Taylan hate girtin 2024-05-22 16:17:30 ÎZMÎR - Hevserokê HDP’a Manîsayê yê berê Kerem Taylan ji ber axaftinên xwe yên di dema hilbijartinê de, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin.    Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Manîsayê yê berê Kerem Taylan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê de duh li bajarê xwe Kop a Mûşê hate binçavkirin. Di îfadeya li midûriyeta emniyetê de xebatên di dema hilbijartinê de li Manîsayê meşandin ji Taylan hatin pirsîn.    Ji ber axaftinên di pêvajoya hilbijartinê de kirine, Taylan bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hate tawanbarkirin û îro sewqî Edliyeya Mûşê hate kirin. Taylan, bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da dozgeriyê û piştre jî sewqî dadgehê hate kirin. Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Manîsayê bi heman tawanbariyê biryara girtinê da.    Hat zanîn ku Taylan şandin Girtîgeha Tîpa L a Panosê ya Agiriyê.