Hem bi ‘qisûr’ in hem jî bêceza tên hiştin 2024-05-22 14:44:56 AMED - Darizandina polîsên ku li Licê îşkence li zarokê 14 salî kiribûn didome. Di lêpirsîna dîsiplînê de ku hatiye birêvebirin, der barê polîsên bersûc de cezayê “3 roj ji meaşê wan hatiye birîn” û “cezayê pêşvebirina kademê” hatiye dayîn.    Li navçeya Licê ya Amedê piştî pîrozbahiya Newrozê di 21’ê Adara 2023’yan de polîsan zarokê 14 salî Y.D. revandibû û îşkence lê kiribûn. Ji amirê polîsan Aykut Oral û polîsên bi navê Îsamîl Akkuş, Emre Ozcan, Gokhan Bay û Hayrettîn Çakmak ji doza der barê wan de hatiye vekirin tên darizandin. Her pênc polîs jî ne girtî ne û ji “gefxwarina azadiyê” tên darizandinê. Danişîna çaremîn a dozê sibê dê li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Licê bê lidarxistin.    Li aliyekî darizandin didome li aliyekî jî ewraqên nû li dosyeyê hatin zêdekirin. Lêpirsîna dîsiplînê ku Desteya Teftîşê ya Midûriyeta Giştî ya Polîsan (EGM) der barê polîsan de amade kiriye li dosyeyê hat zêdekirin. Her pênc polîs di beyanên ku dane Desteya Teftîşê de îdia kirine ku wan li Y.D. nexistiye û “zirar nedane can û mal.” Desteya Teftîşê jî delîlên şênber ku her 5 polîsan telefona Y.D. avêtine tune ne hewceyî bi cezakirina polîsan nedît.    POLÎS ‘BIQISÛR’ HATIN DÎTIN    Desteya Teftîşê têkildarî birîndarkirina Y.D. her pênc polîsan “biqisûr” dît û da zanîn ku sûcê “kes ji azadiya xwe bêpar hatiye hiştin” çênebûye.    Desteyê ji ber ku polîsan li Y.D. xistiye û ev jî wek hinceta ku di nav kar û barên fermî de rêz û baweriya xwe kêm kirine û kirinên wan ne li gorî mirovî ne daye nîşandan û ji ber vê yekê cezayê, “pêşketin ango kademeya polîsan” ji bo 16 mehan li wan biriye. Desteyê ji sûcê “kes ji azadiya wî bêpar hatiye hiştin” jî tenê cezayê “şermezarkirinê” da polîsan.    SÊ ROJ JI MEAŞÊ WAN HATIYE BIRÎN!   Ji polîsên sûcdar Aykut Erol, Hayrettîn Çakmak û Gokhan Bay dema bûyer pêk anîbûn xwestibûn birevin Stenbolê û bi rê de li Enqereyê hatibûn binçavkirin. Polîsan îdia kiribû ku “ew nereviyane û terorê wan hedef daye nîşandan” û dîsa îdia kirin ku ew bi armanca biçin serdana parêzerên xwe diçûn Stenbolê.    Desteyê ji bo vê çûna polîsan a Stenbolê ku destûr ji amire xwe nexwestine cezayê “3 roj ji meaşê wan bê birîn” da her sê polîsan.