Kedkarên tenduristiyê: Yên îsrafê dikin em nînin 2024-05-22 14:23:38   NAVENDA NÛÇEYAN - TTB AHEK û SES’ê di çalakiya “Di bacê de edalet” de bal kişandin ser “Paketa di cemaweriyê de teserûf” û wiha gotin: “Yên îsrafê dikin em nînin.”    Çalakiya “Hekîmên Malbatê û Xebatkarên Tenduristiyê di Bacê de Edaletê Dixwazin” a Baskê Hekîmtiya Malbatê ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB AHEK) û Sendîkaya Kedkarên Tenduirstî û Xizmetên Civakî (SES) daye destpêkirin û her roja çarşemê tê lidarxistin, vê hefteyê jî li gelek bajaran domiya.    ANTALYA    Şaxa SES’ê ya Antalyayê li pêşiya Navenda Tenduristiya Malbatê ya Karşiyakayê daxuyanî da. Hevserokê şaxê Dr. Kaan Taşer “Paketa Teserûfa di Qada Cemaweriyê de” bi bîr xist û wiha got: “Ya ku divê teserûf tê de bê kirin guherandina vê pergalê ye ku ji xizanan distîne û dide dewlemendan. Ji şîrket û bankan ji sedî 25 bac tê standin lê ji kedkarên nikarin debara xwe bikin ji sedî 35 bac tê standin. Ev nayê qebûlkirin. Dê têkoşîna me bidome.”   EDENE   Çalakî li pêşiya Navenda Tenduristiya Malbatê ya Turkan Gîzer a Sariçamê hat lidarxistin. Endamê Lijneya Rêveber a Odeya Bijîşkan a Edeneyê Dr. Hakan Şen wiha got: “Sedema îsrafê em nînin.” Piştre jî metna hevpar hate xwendin û daxwaza edaleta di bacê de hate kirin.     RIHA    Tenduristvanan li ber derê Polîklînîka Nexweşxaneya Dewletê ya Gola Masiyan daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em di bacê de edaletê dixwazin” hate hilgirtin. Hevseroka Şaxa SES’a Rihayê Fîgen Saat Bîca xwest ku heqê keda tenduristvanan bê dayîn û di bacê de edalet hebe. Serokê Odeya Bijîşkan a Rihayê Firat Erkmen jî got ku heta daxwazên wan tên qebûlkirin dê têkoşîna wan bidome.    Daxuyanî bi dirûşma “Ne ji şer re ji bo kedkaran bûdçe” û çepikan bi dawî bû.