Artêşa tirk di du rojan de 35 caran bi çekên kîmyewî êriş kir 2024-05-22 13:49:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku dewleta tirk di nava 2 rojan de 35 caran li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê bi çekên kîmyewî êriş kir.    Êrişa berfireh a dewleta tirk a di sala 2022’yan de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin didome. Dewleta tirk ku êrişên xwe yên li dijî Avaşîn, Metîna, Zap, Xakurkê û Gareyê didomîne, gelek caran çekên kîmyewî û bombeyên qedexe bi kar anî. Li gorî daxuyaniya HPG’ê ya di Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de; di nava du rojên dawî de artêşa tirk 35 caran çekên kîmyewî û çekên qedexekirî bi kar anî.