KONDA: MHP partiya mêr lê serdest e 2018-05-21 16:27:11   ENQERE – Şîrketa Piştevanî û Lekolînê ya KONDA li ser hilbijêrên MHP'ê anket çêkir. Li gorî analîza KONDA hilbijêrên MHP'ê ji sedî 68 mêr in. Ji sedî 84 lîse xelas nekirine. Ji sedî 85 bawer dikin ku pirsgirêka kurd bi şer çareser bibe.    Şîrketa Piştevani û Lekolînê ya KONDA li ser hilbijêrên MHP'ê anketa analîzê amade kir. Li gorî anketê ku ji aliyê Canan Ozbey ve hat amadekirin, bi taybetî li herêma Derya Spî Akdenizê nêzîkatiya li hemberî MHP’ê zêde dibe.    PARTIYA MÊR LÊ SERDEST E    Di navbera salên 2010-2017'an de piraniya hilbijêrên MHP’ê ji mêran pêk tê. Li gorî rêjeya 8 salên dawî rêjeya hilbijên jin ên MHP'ê ji sedî 32 û hilbijêrên mêr ji sedî 68 in. Hilbijêrên MHP'ê li gorî rêjeya Tirkiye di ser nêviyê rêjeyê re ye. Ji sedî 62 zewicî ye. Ji sedî 33 bekar in. Rêjeya MHP'ê li Herêma Derya Spî zêde dibe, li herêma Rojhilat û Rojhilatê Başûr jî  kêm dibe. Ji sedî 42 hilbijêrên MHP'ê  li metrepolan û jisedî 37 bajaran û ji sedi 24 li navçe û gundan e. Ji sedî 84 jî piştî lîset dibistan nexwendine. Kesên zanîngeh xwendine ji sedî 16 ye.    YÊN BAHÇELÎ DIXWAZIN JI SEDÎ 24 IN   Di îlona 2017’an de pirsa “Hûn dixwazin kî Tirkiye bi rêve bibe" hat pirsîn. Ji hilbijêran ji sedî 24  hilbijêrên MHP'ê gotin Devlet Bahçelî, ji sedî 74 gotin Tayyip Erdogan  û ji sedi 58 jî gotin Selahattin Demirtaş, ji sedî 29 jî Kemal Kılıçdaroglu xwestin.    ERDOGAN OTORÎTER DIKE   Di sibata 2017’an de ji sedî 60 hilbijêrên CHP, ji sedî 57 hilbijêrên HDP'ê, ji sedî 41 hilbijêrên partiyên din jî Erdogan wekî kesê zalîm bi nav kirin. Hilbijêren MHP'ê jî ji sedî 57 wekî kesê otoriter pênase kirin.    Hilbijêrên MHP'ê di anketê de diyar kirin ku ew bawar dikin ku pirsgirêka kurd bi şer çareser bibe. Dîsa ji sedî 81 tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê rast dibine.