HDP’ê bertek nîşanî Tupraşê da 2017-10-13 14:26:25 ÎZMÎR - Destûr nehat dayîn heyeta HDP’ê li Tupraşê 4 karker di teqînê de mirin lêkolîn bikin. Wekîlê HDP’a Îzmîrê Muslum Dogan, got ku hirsa kar qelsî di ewlekariya kar de derxistiye holê.   Di dema lênêrîn û tamîrata rafîneyên Tupraş a Îzmîrê ku girêdayî Holdînga Koçe de, 4 karkerên taşeronê mirin û 2 jî birindar bûn. Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo lêkolîn kirina rafîneyan çûn Tupraşê. Heyeta dinav de parlamenterê HDP’a Îzmîrê Muslum Dogan jî cih girt xwestin li cihê bûyerê lêkolîn bikin.  Lê bi hinceta “Lêkolîn li cihê bûyerê didome” heyeta HDP’ê hat asteng kirin. Li ser vê yekê heyeta HDP’ê li ber Tupraşê daxuyanî da.    'CÎNAYETA KAR HAT JIYÎN'   Parlamenterê HDP’a Îzmîrê Muslum Dogan axivî û diyar kir di teqînê de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da û ev cînayeta kar e.    'HIRSA KAR QELSIYÊN DI EWLEKARIYÊ DE ZÊDE DIKIN'   Dogan, anî ziman ku armanc dikin ku li ser karker û kedkaran, kara zêde bidest bixin û wiha bilêv kir: “Kardêr li ser çawan kar bikin difirin. Ji ber vê yekê hirsa kar qelsiyên di ewlekariyê de zêde dikin.” Doğan, destnîşan kir ku dê têkildarî 4 karkerên di Tupraş’ê de jiyana xwe ji dest dan pêşnûmepirsê bidin meclisê.   Piştî daxuyaniyê heyet ji Tupraşê veqetiyan.