Li 11 polisên fermana 'operasyona KCK'ê dan' doz hat vekirin 2017-10-13 14:23:21 STENBOL - Der barê 11 polîsên ku Midurê Şaxa TEM'ê ya Stenbolê Yurt Atayun û Omer Kose jî di navde yên fermana operasoyna KCK'ê ya rojnameger û siyasetmedaran da, bi sedema "Erka xwe xerab meşandine" doz hat vekirin.  Di operasyona "Çapemeniya KCK'ê" de 46 rojnamegerên kurt hatibûn binçavkirin û girtin û der barê wan de doz hatibû vekirin. Ji rojnamegeran Çagdaş Ulus jî hatibû binçavkirin û girtin. Parêzerê rojnameger Çagdaş Ulus Huseyîn Ersoz, der barê 11 polîsên ku Midûrê Şaxa TEM'ê ya Stenbolê Yurt Atayun û Omer Kose jî heye û dozger Bilal Bayraktar de bi sedema "erka xwe xerab girtine dest" doz vekiribû. Di serdêdana Dozgeriya Komarê ya Stenbolê de hat diyar kirin ku polîsan û dozger "Bi armanca sûc bikin rêxistin ava kirine, "Sûc avakirine" "Di belgeyên fermî de sextekarî kirine" û "Bandor li ser darizandina adîl kirine" suc kirne.    WALÎTIYÊ DESTÛRA LÊPIRSÎNÊ DA   Li ser vê yekê Walitiya Stenbolê destûr da dozger ku lêpirsînê veke. Li ser destûra Walî, Buroya Lêpirsîna Sûcên Karmendan a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê Atayun û Kose jî di navde der barê 11 polisan de di 25'ê Nîsana 2017'an de bi sedema "erak xwe xerab girtine dest" doz vekir. Ji bo dosger Bilal Bayraktar jî bê darizandin nivîs ji HSYK'ê re şand.      Piştî dozger îdîaname amade kir, 26'emîn Dadgeha Asliye Ceza îdîaname qebûl kir. Doz dê di 19'ê Cotmehê de bê dîtin.