Demîrtaş: Hemû delîlên sedema girtina min sexte ne 2018-05-21 12:35:53   ENQERE - Namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş, bi riya parêzerên xwe li ser hesabê Twitterê agahî  dan û diyar kir ku tu delîlên bibin sedema girtina wî tune. Demîrtaş, anî ziman ku dozgerê ji doza FETO tê darizandin helû delîl li cem xwe ava kirine û eslê wan tune. Demîrtaş, da zanîn tu tevî şahid û delîl tune jî dîsa girtî ye.    Namzetê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş, der barê sedema girtina xwe de bi riya parêzerên xwe li ser hesabên Twitterê agahî parve kirin. Demîrtaş, diyar  kir ku delîlên li ser wî hatine avakirin yek jî kok û bingeha wê tune û hemû dek û dolab in. Demirtaş, anî ziman ku delîlên ku kirine sedema girtina wî tev sexte ne û dozgerê ji doza FETO hatiye girtin tev li gorî xwe ava kirine. Demîrtaş destnîşan kir ku ligel ku hemû delîl sexte ne jî dîsa her kes li têlek tembûrê dixin û wiah got: "Mînak di sala 2012’an de Dozgerêm cemaetê yên ku niha ji doza FETO girtî ne, bi îdîaya şahidê nepen ê bi navê MERCEK  li ser wî îefade daye sûc ava kirin. Piştî min hemû îfadeyên MERCEK ji Serdozgerê Komarê yê Amedê xwest hemû derew derket holê. Ji bo ez bêm girtin dozerê ji FETO dê darizandin delîlên xeyalî ava kirin û tev li dosyayê kirin. Heman dozgerî vê carê got 'Daxuyaniyek şahidê nepen ya bi vî rengî tune ye."    DELÎL TEV SEXTE NE    Demîrtaş wiha got: Ka digotin kesên bûbûn mexdûrên delîlên lîstik ên FETO dozê wan dihatin xistin. Lê bila kes li qusûrê nenere. Ez niha ji delîlên lîstik ên 12 dozgerên ji dozaı FETO hatine girtin girtî têm darizandin. Binerin nivîsa wî dozgerî.  Li aliyê din der barê bûyerên 6-8'ê Cotmehê de der barê min de ne lêpirsîn heye û ne jî sucdarî heye. Tu doz jî li min nehatine vekirin. Ji ber ku der barê bûyerên 6-8'ê Cotmehê de tu daxuyanî û bangê min tune ye. Der barê vê yekê de bêbextiyên hatine kirin ji bo reşkirinê ne. Ez jiber 6-8'ê Cotmehê nayêm darizandin. Ez ji ber sûcdariyek bi vî rengî ne girtî me.    Endamê Serokomariyê yê HDP'ê Selhedîn Demirtaş ku ji 4’ê Kanuna 2016'an ve di girtîgehê de ye  bi riya parêzvanên xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de van peyaman parve kir:  Doz li ser MYK’ya Partiya me ji ber xwepêşandana bê destur hatiye vekirin. Îdiaya ku me bûyeran zêrandiye jî nîn e. Ev rastî jî di herka daraza li ser me de jî derketiye holê.  Encax ewqas tohmetên “Bangên Demirtaş ên li ser Kobanê” hene hatine rêzkirin ku ev di nava raya giştî de famkirina banga Demirtaş ya ji bo bûyerê Kobanê heye daya afirandin. Di rastiya xwe de bangeke wisa nîn e.  Sê bangê min ên li ser bûyerê 7, 8 û 9’ê Cotmehê hene. Her sê jî li ser rawestandina şîdet û provakasyonan in. Lê sed mixabin, kampanya li ser min hat meşandin kampanya herifandin û reşkirina  rakîbeke siyas ye. Ev di dîroka me de kampanyeya herî mezin ya reşkirinê ye. Rastî û Heqîqet ji vana pêk tê.”