HDK: Têkoşîna gelê me ye Çerkes têkoşîna me ye 2018-05-21 12:31:59   STENBOL - HDK’ê bi boneya 154’emîn salvegera Komkujiya Çerkes daxuyanî da û got: “Em kesên di komkujî û koçberiyê de hatin qetilkirin, bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Têkoşîna gelê me yê Çerkes têkoşîna me ye. Komkujî sûcê mirovahiyê ye û tu carî nayê derbas kirin.”   Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi boneya 154’emîn salvegera Komkujiya Çerkes daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çarlik a gundên Çerkesan dagir kirin, Rûs û kazak lê bi cih kirin. Hemû malên gundên Çerkesan rûxandin, şewitandin, sewalên wan kuştin û daristanên wan wêran kirin. Rûsyeya Çarlik û Osmanî di vê mijarê de li hev kirin. Di dema koçberiyê de Çerkes li perava Deryaya Reş, kom kirin. Birçî û tî hiştin. Dûre peravên Anatolyeya Deryaya Reş, bûn cihên gorên Çerkesan. Li Samsun û Trabzonê nêzî 50 hezar mirov hatin qetilkirin.”   'TU CARÎ KOMKUJÎ NAYÊ JI BÎR KIRIN'   HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Hemû komkujiyên liser vê erdnîgariyê hatin kirin tu carî nayên ji bîr kirin. Em hemû kesên Çerges ên di komkujî û koçberiyê de hat qetilkirin, bi rêz û minetdarî bibîr tînin. Têkoşîna gelê me yê Çerkes têkoşîna me ye. Komkujî sûcê mirovahiyê ye û tu carî nayê ji bîr kirin û derbas kirin.”