Avakirina hikûmeta Iraqê dê dirêj bajo 2018-05-21 11:11:20 ENQERE - Li Iraqê hilbijartina parlamentoyê di 12'ê Gulana 2018'an de pêk hat. Hêj bi awayekî fermî encama hilbijartinê diyar nebûye. Tê gotin ku avakirina hikûmetê dê heta demek dirêj bajo.    Hilbijartina parlamentoyê ya Irakê di 12'ê Hezîranê de pêk hat. 6 partiyên siyasî yên li Herêma Federal a Kurdistanê encama hilbijartinê red kir. Partiyên siyasî xwestin ku li Kerkukê Herêma Federal a Kurdistanê ji nûve hilbijartin pêk bê. Tê diyar kirin ku ji ber pergala elektronik a hilbijartinê pêk anîn nelirêtî hatiye kirin û ji ber vê yekê îtîraz tên kirin. Herî zêde li Herêma Federal a Kurdistanê îtîraza vê yekê hat kirin û xwestin deng bi destan bên jimartin. Partiyên din jî diyar dikin ku encama dengan ên bi pergala elektronik a hilbijartinê di wextê xwe de ji Bexdayê re nahatine şandin û ji ber vê yekê ev şaşî pêk hatiye. Tevgera Goran, Koalîsyona Demokrasî û Edaletê, Yekîtiya Îslama Kurdistan, Koma Îslamê ya Kurdistan, Tevgera Îslamê ya Kurdistanê û Partiya Komînîst a Kurdistana Iraqê li Hewlere civîna çapemeniyê pêk anîn û encama hilbijartinê itîraz kirin. Di civina hevpar de diyar kirin ku hîle tev li hilbijartinê kirine. Xwestin ji nûve hilbijartin bê kirin. Tevgera Goran û Yekitiya Îslama Kurdistan wekî "Darbeya siber" pênase kir.  Li Kurdistanê peywirdarênk hilbijartinê yên partiyênk maxulif diyar kirin ku li ser sindoqên ku peywirdar û dengê xwe avêtibûn jî deng ji partiya wan re derneketin. Îdîayên nelirêtiya li Kerkukê ji aliyê hemû beşên civakê ve hat rexne kirin. Hem kurdan, hem turkmen û hem jî uereban encam îtîraz kirin.    Li herêmê rageşî zêde bû komek alîgirê YNK'ê li Silêmaniyê êrîyî navenda Tevgera Goran kirin. Piştî îtîraza li Kerkukê zêde bû Serkowezîr İbadi, xwest li Kerkukê ji nûve deng bên jimartin. Ji bo îtîrazên li Herema Federal a Kurdistanê jî tu gav nehatin avêtin. Serokwezîr ki dibe bila bibe piştî DAİŞ’ê wêranek li pey xwe hişt, divê piştî hat hilbijartin her tiştî ji nûve ava û saz bike. DAÎŞ'ê di sala 2017'an de li Iraqê hemû axa bi dest xist dîsa winda kir. Lê xerakirin û wêrankirina li pey xwe hişt hêj nehatiye avakirin. Di konferansa navneteweyî de hat amadekirin soza ku 30 milyar dolar pere bidin Iraqê hat dayîn. Lê ji bo tamîrat bê avakirin herî kêm 100 milyar dolar pere divê.    MA / Huseyîn Aykol