Li Curnê Reş taxa bi taxa xebatên hilbijarinê didomin 2024-05-18 16:46:35 RIHA - DEM Partî li navçeya Curnê Reş ji bo şaredariyê carekî din bi dest bixe tax bi tax xebatên hilbijartinê dimeşîne.  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navçeya Curnê Reş ê Rihayê ji bo hilbijartinên herêmî yên ku dê di 2’yê hezîranê de werin nûkirin bênavber dixebite. DEM Partî îro li gelek gundan xebatên xwe yên hilbijartinê domandin. Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Ferît Şenyaşar û Mahmût Dîndar tev li xebatên îro bûn.    TAX BI TAX XEBATA    Şandeya namzetê hevşaredariya Curnê Reş Serhan Paydaş û Parlamenterê DEM Partiyî Dîndar tê de bû di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana gundê Qavallî, Sogutlu û Poro kirin. Dîndar hilbijartinên 31’ê Adarê bi bîr xist û wiha axivî: “Em ji bo carekî din bi ser bikevin mal bi mal digerin. Bêyî ku em bikevin rehetiyê, em ê heya roja dawî bixebitin. Heya îro tu kes nekarî têkeve şaredariyê. Ji ber ku şaredarî ne ya gel e. Ya hin kesên diyar bû. Dê di 2’yê hezîranê de şaredarî bibe ya gel.”   Şandeya namzeta hevşaredariyê Garîp Yeşîl û Parlamenterê DEM Partiyî Şenyaşar di nav de bûn, serdana gundên Qerêpiya û Xerêmî Birc kirin. Partiyiyên ku li gund bi coşekî mezin hatine pêşwazîkirin mal bi mal geriyan û şêniyên gund piştgirî xwestin.    Şandeya ku Sayyîgît di nav de bû jî serdana gundên Dêravş û Qeymazê kirin. Sayyîgît diyar kir ku di  31’ê Adarê de îradeya gel nehat naskirin û ev tişt gotin: “Neheqiyekî mezin hate kirin. Divê gel vê neheqiyê, vê heqaretê qebûl neke. Divê her kesek destê xwe dane ser wijdana xwe û biçe ser sindoqan.”   SERDANA KARKERÊN DERVEYÎ BAJAR HATE KIRIN   Li aliyê din komîsyonekî ku partiyiyan ava kiribû li Edene û Mêrsînê serdana karkerên demsalî yên li zeviyan de dixebitin kirin. Şande, pirsgirêkên karkerên demsalî gundar kirin û nîşeyên xwe girtin.  Herwiha şande bang li karkeran kir ku bila werin li navçeyê û di 2’ê hezîranê de dengên xwe bikar bînin.