Li gel ji sedî 92 astengdar e dîsa neyê berdan 2018-05-21 09:22:20 ÊLIH - Îbrahîm Dal ê ji sedî 92 çavê wî nabîne û bi sedema kevir avê tiye polîsan hatiye girtin, tevî raporê nayê berdan. Malbatê xwezt cezayê înfaza Îbrahim Dal  bê taloqkirin.  Welatî Îbrahîm Dal ê ji sedî 92 çavê wî nabîne, tevî rapora astengdariyê nayê berdan. Îbrahîm Dal, bi hinceta di 21'ê Nîsana 2014'an de li ber şaredariya Êlihê dema daxuyanî dan çapemeniyê kevir avêtiye polîsan, der barê wî de doz hatibû vekirin. Dal, piştî doz lê hat vekirin, 2'yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bi îdîaya "Li dijî qanûna çalakiyan derketiye" 3 sal û 1 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî. Dal yê dema bûyer pêk hat ji sedî 47 çavê wî nedidît, niha ji sedî 92 çave wî nabîne. Piştî dadgehê ceza li Dal birî, di 28'ê Sibata 2018'an de hat girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Amedê. Dal, ji ber çavê wî nabîne zahmetiyan dijî. Kurê Dal Emrah Dal (23) bertek nîşanî girtina bavê xwe da û diyar kir ku çavê bavê wî nabîne û tevî rapora ku ji sedî 92 nabîne jî dîsa nayê berdan. Emrah Dal, xwest tenduristiya bavê wî jî li ber çavan bê girtin û bê berdan.    Dal da zanîn ku bavê wî bi şevê nabîne û nexweşiya (Retinitis Pigmentosa) a şevê pêre heye. Dal, anî ziman dema bûyer pêk hat bavê wî ji sedî 47 nedidît û ne pêkan e ku bavê wî bi wî halî kevir bavêje polîsan. Dal da zanîn ku Wezareta Tenduristiyê di 01'ê Kanûna  2015'an de rapora ji sedî 92 nabîne daye û xwest bavê wî serbest bê berdan.    Dal, anî ziman ku bavê wî rastî 3 sal û 1 mehek û 15 roj ceza hatiye û bi vî halê xwe nikare ew qas li girtîgehê bê girtin. Dal xwest tenduristiya bavê wî  jî li ber çavan bê girtin rayedarên dadgehê cezayê bavê wî taloq bikin û serbest berdin.    MA - Metîn Yaksu