Wêneyên bi wekilên HDP'ê re kiqandin kirin delîla sûc 2018-05-21 09:21:41 HATAY - Bernamzeta  HDP'ê ya Hatayê mamoste Gulizar Işik Çay a hat îxrackirin, ji ber parvekirinên medya civakî rastî Salek û 3 meh ceza hat. Dadgehê, wêneyên ku Çay bi parlamenterên HDP'ê re kişandine wekî delîla sûc hesiband.  Bernamzeta HDP'ê ya Hatayê û mamoste Wêjeyê Gulîzar Işik Çay a hat îxrackirin, ji ber 2 sal berê di meyda civakî de peyam parve kiribûn doz lê hatibû vekirin. Danişîna biryarê di 18'ê Gulanê de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Hatayê hat dîtin. Işik, ji ber di serdema qedexeya kolanan de nûçeyên der barê qedexeyan de parve kir û bi wekilên HDP'ê re wêne kişand û parve kir, doz lê hatibû vekirin. Dozger der barê Çay de bi îdîaya “Miletê Tirk û Dewleta Domara Tirkiye biçûk xistiye" doz vekiribû. Danişîna biryarê ya der barê Çay de hat dîtin. Çay her çend sûcê der barê xwe de red kir jî heyeta dadgehê der barê Çay de bi heman îdîayê, Salek û 3 meh cezayê girtîgehê birî û ceza taloq kir. Heyeta dadgehê wêneyê ku Çay li gel parlamenterê HDP'ê kişandibû delîla sûc nîşan da.    Bernamzeta HDP'ê ya Hatayê Çay, diyar kir ku piştî bû bernamzet ceza lê hat birîn û ev ceza bi zanebûn di vê wextê de li wê birîye. Çay, bal kişand ser sedema bernamzetiya HDP'ê û wiha got: "Min HDP bijart. Ji ber ku HDP  aştî, biratî, mafê ked, ciwan û jinê diparêze. Mafê bindest û ciwanan diparêze. Mafê kesên din û nasnameyên cuda diparêze. Min wekî jinek ku mafê wê hatiye binpêkirin xwe bêtir di nava HDP'ê de dît û xwe bêtir li vir dikarim bînim ziman.    Çay, da zanîn ku HDP partiyek siyasî û zagonîye û ji ber wênekêşandina li gel parlamenterên HDP'ê divê sûc neyê dîtin.