Lêçûna Banka Ziraatê çû ku? 2018-05-21 09:21:05 ENQERE - Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, ji bo lêçûna Banka Ziraatê ya di salên 2014-2017'an de li toren, fuar û organizasyonan xerç kir fêr bibe pirsname da. Lê rayedaran bi hinceta “Raz a bankê ye" der barê lêçûnê de agahî nedan Tanrikulu.  Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, ji bo lêçûna Banka Ziraatê ya di salên 2014-2017'an de li toren, fuar û organizasyonan xerç kir fêr bibe pirsname da serokê Meclîsê. Lê rayedaran bi hinceta “Raz a bankê ye" der barê lêçûnê de agahî nedan Tanrikulu. Parlamenterê CHP'ê Tanrikulu, ji Serokwezîr Binalî Yildirim xwest ku der barê lêçûnê de agahî bide. Lê li şûna Serokwezîr Midûrê Giştî yê Banka Ziraatê Huseyin Aydın û Cîgirê Midûrê Giştî yê Bankê Ali Kırbaş bersîv da. Midûr û Cîgirê midûr di bersîva pirsnameyê de diyar kir ku bi qasî “Raza dewletê" giring e û da zanîn ku dê nikaribin agahiyê bidin. Midûran parast ku li gorî Qanûna Bangayan a Hêjmar 5411'an û xala 73'an a ‘Veşartina raza" nikarin agahiyan parve bikin.