Welatiyên krîza aborî li wan xist: Em bi heban dikirin û difroşin 2018-05-21 09:20:27 STENBOL - Welatiya ji ber polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê bi gazincin, diyar kirin ku êdî li bazarê bi liban kirrînê dikin. Nivîskar Îhsan Elîaçik, got ku ev rewş dê bi hêrsek mezin bandora xwe li ser sindoqan bike.  Di meha Remezanê de, Sifreyên Ser rûyên erdê bi armanca piştevanî û parvekirinê cardin hatin danîn. Li ser sifreyên tên danîn, ji hemû beşên civakî mirov cihê xwe ser van sifreyan digirin. Welatiyan, ji krîza aborî bi bandor dibin, bal kişandan ser krîza aborî ya di rojevê de û gotin: “Ji bo Tirkiye ji vê rewşê rizgar bibe, divê berî her tiştî em derbasî hilberîna aboriyê bibin.”    ‘KAYÊ JÎ JI DERVE DE DIKIRIN’   Endezyarê înşaetê Coşkun Yildiz, diyar kir ku ev du salin bê kare û wiha axivî: “Her roja tê ji roja derbas dibe xerabtire. Bi polîtîkayên AKP’ê re, civak ketiye rewşa qedandinê. Em fasuliya û kayê ji derve de dikirin. Cihê ku hilberîn lê nebe, dê hemû tişt tune bibin. Tirkiye her tim deyndarê derveye û malê wê bêqîmet dibe. Stenbol kirine gora avahiyan. Di hemû qadan de aborî têk çûyeç. Divê çareseriyên mayîn de bên avakirin.”   ‘EM NIKARIN PARA XWE BIGIRIN’   Mamoste Umut Îzsuren jî, pirsgirêkên aborî bandara xwe  li pêşketinên nava rojê dike û wiha  got: “Her roj ev pirsgirêk tê hîskirin. Di parvekirinê de bêedaletiyek mezin heye. Berê pasteyek hebû. Biçek be jî parekê vê pasteyê me digirt. Lê niha em nikarin tiştekê jî bigirin. Ger nan tunebe, aştî jî tuneye. Divê em xwe zane bikin.”    ‘XWARINPÊJÊN ME VALEN E’   Emekdar Yusuf Gulen jî, anî ziman ku xwarinpêjên wan valene û wiha axivî: “Ji bo polîtîkayên desthilatdariyê aboriya Tirkiyeyê têk çû. Em xizanbûn. Dolar û Euro tim bilind dibin. Êdî em nikarin depoyên wesayîtên xwe dije bikin. Hêza me ya kirrînê tune bûye. Muçeya me ya emekdariyê berî 15’ê mehê bi dawî dibe. Bi hezaran ciwan bê kar mane. Ji bo ev yek bê derbaskirin divê biryardarî hebe.”   ‘KIRRÎNA HESABÊ LIBAN DIKIN’   Emekdar Nurşen Înal jî, dest nîşan kir ku gava  diçe bazarê, kirrîna hesabê liban  dike û wiha  axivî: “Divê demildest derbasî aboriya hilbirînê bê kirin.”    ‘HÊRSA VÊ DÊ BANDORÊ LI SER SINDOQAN BIKE’   Antîkapîtalîs îlahiyatnas nivîskar Îhsan Elîaçik jî, diyar kir ku li gorî salên derbas bûyî, li ser sifreyên mirovan xwarin kêm bûye û wiha axivî: “Li ser sifreyan piçek penîr, çend zeytûn, firîngiyek û hin îsot hene. Ev yek pirsgirêka aboriyê nîşan dide. Mirov nikarin ji bo xwarinpêjên xwe biçin bazarê. Hêza kirrînê pir kêm bûye. Ji bo hemû pirsgirêk bên derbas kirin, divê hemû partiyên mûxalîf, Kurd, Tirk, Erep û Elewî bibin yek. Li Geziyê, ev yek kir. Di dirûşmena Temamê de em ev yek dît. Ez dixwazin di vê hilbijartinê de desthilatdarî winda bike, mirov tirsa li ser xwe bavêjin û ramanên xwe yên heyî bi awayekê azad bînin ser ziman.”