Derman nadin girtiyê nexweş ê ji sedî 80 astengdar 2018-05-21 09:16:44 MÊRSÎN - Malbata Mehmet Emîn Okdem, diyar kirin ku rayedarên Girtîgeha Tîpa L a Rize, derman nadin kurê wan ê ji sedî 80 astengdar.  Girtiyê nexweş ê şîzofren û ji sedî 80 astengdar ê 32 salî Mehmet Emîn Okdem sewqî Girtîgeha Tîpa L a Rîzeyê kirin. Okdem, ê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" hat girtin û 18 mehin girtî ye, rastî 12 sal û 7 meh ceza hatiye. Malbata Okdem ê nexweşiya şizofreniyê diyar kirin ku rayedar derman nadin kurê wan. Dayika Mehmet Emîn Okdem Bahar Okdem, diyar kir ku ew bi telefonê bi kurê xwe re axivî û wiha got: "Kurê min di telefona heftane de diyar kir ku wî nabin bijîşk û dermanê pêwist nadin wî.    ‘PIŞTÎ ÇÛ LEŞKERIYÊ Û HAT DERÛNIYA WÎ XERA BÛ'   Dayika Mehmet Emîn Okdem, Bahar Okdem, anî ziman ku piştî kurê wê çû leşkeriyê û hat derûniya wî xera bû û wiha got: "Piştî kurê min çû leşkeriyê yekî li ber çavê wî întîhar kir. Piştî hat derûniya wî xera bûbû. 5 mehan li Tarsusê û 5 mehan jî li Mêrsînê derman bû. Kurê min ji ber bûyerên leşkeriyê nexweş ket. Kurê min 2 meh berê ji Girtîgeha Tîpa M a Sîlîfkeyê sewqî Girtîgeha Tîpa L a Rizeyê kirin. Niha 2 mehin li Girtîgeha Rîze ye. Di telefonê de diyar kir ku wî nabin bijîşk û derman nadin wî.    Okdem, da zanîn ku kurê wê ji ber nexweşiyê 5 salin ji mal dernediket û dema li Sîlîfke bû derman bikar dianî, lê piştî sewqî Rîze kirin derman nadin wî. Okdem, destnîşan kir ku kurê wê ji sedî 80 astengdar e û rapora wî jî heye. Okdem, da zanîn ku tevî vê yekê ATK'ê rapora 'Dikare li girtîgehê bimîne' daye û ev yek nayê qebûlkirin. Okdem, destnişan kir ku kurê wê nikare bi vî şiklî girtî bimîne û xwest demek berî demekê kurê wê berdin.