DEDEF'ê xwest endamên wan bên berdan 2017-10-13 14:17:53 STENBOL - Di serdagirtna li Amed û Bursayê de endamên DEDEF'ê hatibûn binçavkirin. DEDEF'e bi daxuyaniyekê binçavkirin şermezar kir û xwest endamên wan bên berdan. Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) bi daxuyaniyekê bal kişand ser binçavkirina endamên xwe yên li Amed û Bursayê û bi tundî şermezar kir. DEDEF'ê aşkera kir ku Seroka Komeleya Dersimiyên li Bursayê Hediye Zengîn, Serokê Şaxa Gemlîkê Ayhan Işik û 5 endamên wan hatine girin. Daxuyaniya li Şaxa ÎHD'a Stembolê hat dayîn de binçavkirin bi tundî hatin şermezarkirin.   Di civînê de Serokê Komeleya Dersimê ya Eyup Gokturk a Kagithaneyê Metîn Turhan, endamên Lijneya Rêveberiya DEDEF'ê Alî Riza Bîlîr û Îhsan Parlak, Mehmet Ekîncî û endamên Komeleya Derûdorê ya Munzurê jî cih girtin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest endam û rêveberên wan serbest berdin.    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDIME’   Serokê Giştî yê DEDEF'ê Alî Haydar Ben daxuyanî xwend û aşkera kir ku serokên komeleyên wan û endamên wan qurbanên herî dawî yên demokrasiya pêşketî ya AKP'ê ne û dan zanîn ku ew dê dest ji têkoşîn xwe bernedin.