Li Rihayê erd hejiya 2018-05-21 08:56:08   RIHA - Li gorî pîveka Richter li navçeya Karakopru ya Rihayê bi dijwariya 4 pileyî erd hejiya.   Hat diyar kirin li nêzî gundê Bugdayhuyuk a navçeya Karakopru ya  Rihayê li gorî pîveka Richter bi dijwariya 4.9 erd hejiya.      Erdhej bi 8.3 kîlometreyan li binê erdê rû da û bajarên li derdorê jî pê hesiyan. Di erdheja bû sedema panîkê de, mirin û birîndarî çênebû.