Rejîma Îranê kolberek din kuşt 2018-05-20 16:29:31   NAVENDA NÛÇAYAN - Pasdarên Îranê li gundê Kanî Xumare yê navçeya Sîdekan a Hewlêrê kolber Meysem Kerî Elî yê 27 salî qetil kir.   Êrîşên rejîma Îranê yên li ser kolberan berdewam dikin. Pasdarên Îranê li gundê Kanî Xumare yê nêzî sînorê Kelaşînê ya  navçeya Sîdekan a bajarê Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê kolberê bi navê Meysem Kerîm Elî qetil kir.   Li gorî agahiyên hatin bidestxistin pasdaran destûr nedane ku cenazeyê Elî bişînin Rojhilatê Kurdistanê û cenaze rakirin nexweşxaneya Soran.   Şevê din jî hêzên rejîma Îranê êrîşî kolberan kiribû û di êrîşê de Elî Hesenzade (45) ê li bajarê Balagir yê Pîranşar dijî, bi giranî birîndar kiribûn.