Li Agiriyê teqîn: Leşkerekî jiyana xwe ji dest da 2018-05-20 16:28:49   AGIRÎ - Li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê teqîn pêk ta. Di teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da  û yek jî birîndar bû   Li gor agahiyên fermî yên hatin aşkerakirin li Navçeya Bazîdê ya Agiriyê dema wesayîta leşkerî derbas dibû teqemeniya li ser rê hatibû bicihkirin teqîya. Di teqînê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû. Hat diyarkirin ku wesayîta leşkerî dema ji Bazîdê diçû sînor li çoltera Çiyayê Agiriyê, bombeya li ser rê hatibû bicihkirin teqîya û leşkerekê asteymen jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Leşkerê birîndar rakirin nexweşxaneyê û li gor agahiyan li herêmê operasyon didome. Agahiyên ku ji herêmê tên dayîn jî di navbera leşker û PKK’îyan de şer qewimiye û gelek anbulans û helikopter çûne herêma şer.