Turkdogan: Hûn çima li dijî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in? 2018-05-20 15:58:47   STENBOL - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, di kongreya ÎHD'ê ya Stenbolê de bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Mafê Ocalan ê tekakesî û mirovî heye. Çima hûn ji bo tecrîda li ser wî dengê xwe nakin?"    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, 17'emîn kongreya xwe ya asayî li salona TMMOB'ê ya Buyukent a Stenbolê pêk anî. Di kongreyê de Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Eren Keskin û Ozturk Turkdogan, Parlamentera HDP'ê Huda Kaya, Nûnerên Egîtîm Sen, Meclîsa Dayikên Aştiyê û xizmên windayan amade bûn. Li salonê pankartên “Ji OHAL, şer û tundiyê re na, Ji bo mafên mirovan hema niha aştî" vekirin. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.    YOLERÎ: ÎHD'ê LI DIJÎ ÎHLALAN ROLEK GIRÎNG DA SER XWE   Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku ÎHD'ê di têkoşîna 32 salan de ji bo parastina mafên mirovan û li dijî îhlalan rolek mezin da ser xwe. Yolerî, da zanîn ku wan li dijî OHAL'ê û binpêkirina mafan ên zêde bûne têkoşînek zêde dan. Yolerî, anî ziman ku sala par di kongreya giştî de bi dirûşmeya “Em di rewşa rêveberiya awarte de hatin avakirin, em bi OHAL’ê re berdewam dikin. Ev hevok rewşa Tirkiye baş pênase dike. ÎHD ji roja hatiye avakirin heta niha di parastina mafên mirovan û li dijî îhlalan rolek mezin daye ser milê xwe."    TURKDOGAN: GIRTINA DEMÎRTAŞ MÎNAKA BÊEDALETIYÊ YE   Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî diyar kir ku li dijî binpêkirina mafan têkoşîna parastina mafên mirovan dimeşînin û wiha got: "Têkoşîna me karekî wîcdanî û edaletê ye. Min îro Namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş ziyaret kir. Di serdema berê de dema bû namzet hat komeleya me ziyaret kir. Lê vê carê mixabin nekarîbû bê me ziyaret bike. Ji ber ku nekarîbû me çû ew ziyaret kir. Ev mînaka herî li ber çavan a bê edaletîyê ye."     ‘HÛN ÇIMA LI HEMBERÎ TECRÎDA LI SER OCALAN BÊDEN IN?'    Turkdogan, bal kişand ser terîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: "Em nasnameya Abdullah Ocalan dînin aliyekî. Beri her tiştî mirov e. Ji ber mirov e mafê wî yê mirovî heye. Divê ev mafê wî yê mirovî bê parastin. Divê karibe sûdê ji vî mafê xwe bigere. Hûn çima li hemberî tecrîda li ser Ocalan bêdeng in. Ev rewş nayê qebûlkirin. Dema em ji girtiyekî ji rêzê mehekê agahî nestînin çi dibe. Her kes dengê xwe bilind dike. Lê wê demê çima hûn dengê xwe li dijî vê tecrîdê bilind nakin? Divê teqez ev tecrîd bi dawî bibe. Pêkanînên li ser Îmraliyê ji ber şertên OHAL'ê li tevahiya Tirkiye belav bûye. Em nikarin vê rewşê qebûl bikin."   KESKÎN: HILBIJARTIN GIRÎNG IN   Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: "Me wekî parazvanê mafên mirovan her dem dît ku dewleta ku bi Serokwezîr û wezîran derdikeve pêş û dewleta ku nayê dîtin a rastîn heye. Em dikarin navê cuda li vê yekê bikin. Yekem car dewleta kûr bi dewleta li ber çavan re li hev dike. Ev dewletek nû ye. Herdu dewlet bûne yek û mafên mirovan binpê dikin. Ji ber vê yekê ev hilbijartinê pir giring e."