'Pêdivî bi berxwedanek hevpar heye' 2018-05-20 15:58:05   ENQERE - Rêberên tevgera şoreşger ên nifşên 1968’an ên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran di salvegera 50’yemîn de, di panelekê de hatin bibîranîn. Di daxuyaniya hevpar a di bîranînê hat xwendin de wiha hat got: “Pêdivî bi berxwedanek hevpar a Kurd û hezên şoreşger heye.”   Federasyona Meclîsa Sosyalîst û Partîzan (SMF), li Salona Civîna TUMBEL-SEN’ê  bi boneya 45’emîn mirina damezrînêr Partiya Komunîst a Tirkiyeyê/Marksîst-Lenînîst (TKP/ML) Îbrahîm Kaypakkaya û 50’yemîn avakirin salvegera tevgera 1968’emîn, panela “Bi Coşa Gulanê Manîfestoya Berxwedanekê; Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Çaran” panel li dar xist.     Di panele de rêberên tevara şoreşger ên nifşên 1968’an hatin bibîr anîn û daxwaza berxwedanek hevpar hat kirin.