Serokê DAD: Feraseta 'Rêya Heq' di HDP’ê de heye 2018-05-20 15:21:41   DERSIM - Serokê Giştî yê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Dursuni Demîrtaş, diyar kir ku feraseta ‘Rêya Heq’ di têkoşîn û siyaseta HDP’ê de heye û got: “Em ê di 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin HDP’ê.”   Komelaya Elewiyên Demokartîk (DAD) 2’yemîn Kongreya Navenda Giştî ya Asayî li Şaxa xwe ya Dersimê pêk anî û wêneyên Komkujiya Dersimê bi salona kongreyê ve hatin kirin. Gelek endam û rêveberên komeleyê, Parlamentera HDP’ê Leyla Bîrlîk, rêverên KCD’ê, gelek rêxistinên civakê sivîl ên baharê beşdarî kongreyê bûn.      Piştî dîwan hat hilbijartin, dest bi kongreyê hat kirin.    ‘DIXWAZIN ERDNÎGARIYA ME TALAN BIKIN’    Yek ji rêveberin Şaxa DAD’ê yê Edeneyê Zeynel Kete axaftina vekirin kir û wiha got: “Civaka Elewî tu carî rizqa kesekê desteser nekir. Em ji feraseta parvekirina edaletê tên. Ev feraset civakek demokratîk ava dike. Erdnîgariya Rêya Heq, û mekanê Dayîka Fatma, hişmendiya Nemrûdên îro heyî, dixwazin îro talan bikin. Em tu carî vê qebûl nekin. Em spasiyên xwe pêşkêşî canên di kongreyê de hêz dan me dikin.”    'LI SER ERDNÎGARIYA ELEWIYAN ZILM BERDEWAM DIKE’   Serokê Giştî yê DAD’ê Dursun Demîrtaş jî, diyar kir ku ew di pêvajoyek zehmet re derbas dibin û wiha got: “Hişmendiya Yezîd û Nemrûdî, herêma me û cîhan ber bi tarîtiyê ve biriye. Hemû tiştên li ser navê mirovahiyê tune dike. Di serî de li Rojhilata Navîn, li ser hemû  erdnîgariya me ya Rêya Heq zilmek mezin heye. Tiştên tên jiyîn şerê cîhanê yê sêyemîne. Ên ku Bajarê Riza Efrîn talan û wêran kirin û ji bo Fîlîstînê jî rondik barandin, ji samîmiyetê durin û dirûne. Di hilbijartina 24’ê Hezîranê de rol ûmîsyona Elewiyan pir girînge. Emê piştgiriyê bidin HDP’ê.”    ‘EM Ê BAWERIYA RÊYA HEQ  JIYANÎ BIKIN’   Parlamenter HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, endamên Dîwana KCD’ê bal kişandin ser girîngiya kongreyê û kesên di Rêya Heq de li ber xwe dan silava kirin. Bîrlîk da zanîn ku ewê baweriya Rêya  Heq jiyanî bikin.