ÎSÎG'ê li Enqere Meclîs ava kir 2018-05-20 13:21:03   ENQERE - Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM), li Enqereyê hat avakirin. ÎSÎG'ê piştî li Stenbol û Kocaeliyê meclîs ava kir, niha jî li Enqere meclîs ava kirin.    Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎGM) a Enqereyê li Odeya Mîmaran a Enqereyê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re ragihand. Di 16 salên dawî yên Serdema Hikûmeta AKP'ê de li Tirkiye herî kêm 21 hezar karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Meclîsa ÎSÎG'ê pişti li Stenbol û Kocaelî hat avakirin li Enqereyê jî avakirina xwe îlan kir. ÎSÎGM'ê ya Enqereyê diyar kir ku sedema cînayetên kar ji ber tedbîr nayên girtin û venêrtin nayên kirin e. Meclîsê, da zanîn ku ji ber polîtîkaya taşerontiya karkeran û arizîkirina kar e. Meclîsê, destnîşan kir ku yek ji sedemên qezayên kar bêsendîkayîbûn e û îktîdara AKP'ê cînayetên kar wekî ‘fitrat" dinirxîne" Meclîsê, destnîşan kir ku ev ne fitrat e û cînayeta kar bi xwe ye.