Dê OHAL'ê 3 mehên din dirêj bikin 2017-10-13 13:17:41 ENQERE -  Serokwekîlê Koma AKP’ê Mustafa Elitaş, diyar kir ku dê OHAL 3 mehên din bê dirêjkirin. Elitaş, anî ziman ku biryar de duşemê li MGK’ê û piştre jî li meclîsê bê rojevê.  OHAL ku dema wê di 19'ê Cotmehê de bi dawî bide, dê dîsa dirêj bikin. Serokwekîlê Koma AKP'ê Mustafa Elitaş der barê OHAL'ê de daxuyanî da û diyar kir ku dê OHAL'ê dirêj bikin. Eliştaş, destnîşan kir ku dê OHAL’ê 3 mehên din dirêj bikin. Elitaş, wiha got: "Mijara OHAL'ê dê roja duşemê li MGK'ê niqaş bikin û piştre li Meclîsa Tirkiye niqaş bikin.    OHAL ewil di 20'ê Tîrmeha 2016’an de ji bo 3 mehan hat ilankirin. Di 19'ê Tîrmeha 2017’an de cara 4’an hat dirêjkirin.