Malbatên Pirsûsê: Em ê xwedî li HDP’a zarokên me jê hez dikirin, derkevin 2018-05-20 10:07:28   STENBOL - Malbatên 33 kesên ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, li Pirsûsê di êrîşa DAIŞ’ê de hatin kuştin, diyar kirin ku di têkoşîna wan a edaletê de HDP’ê ew tu carî bi tenê nehêlan û gotin: “Ji ber vê em ê piştgiriyê bidin HDP’ê. Em ê xwedî li HDP’a ku zarokên me jê hez dikirin, derkevin.”    Malbat û xizmên ciwanên bi pêşengtiya Komeleya Federasyona Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ên ji bo pêlîstokan bibin ji zarokên Kobanê re, di 20’ê Tîrmeha  2015’an li ber Navenda Çanda Amara ya navçeya  Pirsûsa Rihayê di êrîşa bombeyî ya DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan, darbarê hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê de nirxandin kirin. Malbatên 33 kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û têkoşîna xwe ya “Ji Pirsûsê re edalat û ji hemû kesê re edalet” bê navber berdewam dikin, anî ziman ku di hilbijartina 24’ê Hezîranê de, ew ê xwedî li HDP’a zarokên wan jê hez dikirin, derbikevin.      ÇARESERÎ HDP   Bavê Çagdaş Aydin ê di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da Fetî Aydin, diyar kir ku armanca îtîfaqên AKP-MHP, CHP-İYİ Partî-SP û DP ew  e ku HDP’ê dibin bendavê de bihêlin. Aydin, anî ziman ku ew îtîfaqa millet rexne dike û  wiha axivî: “Behsa bi dawî anîn desthilatdariya yekzilamî dikin, lê bi avakirin vê îtîfaqê vê yekê berevajî nîşan dide. Bi vê îtîfaqê dixwazin HDP’ê dibin bendavê de bihêlin. Lê HDP ligel hemû îtîfaqan jî dê bendavê derbas bike û çareseriyê ava bike. Bê mafiyek mezin li hemberî namezetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş dikin. Kesekê di girtîgehê de be, gelo dê çawan li pêşberî gel propagandayê bike? Ji ber vê divê Demîrtaş jî mîna namzetên serokkomariyên din di derve debe. HDP tim ligel me bû û di dadgehan de em bi tenê nehiştin. Emê jî piştgiriyê bidin HDP’ê. Emê bi hevre di vê pêvajoyê de bi xebitin. AKP’ê sozên xwe bi cih ne anîn. Hemû diziyên wî derketin holê. Zilm li gelan kir. Niha bi polîtîkayên xwe yên şer nav û denge. AKP dê biçe.”     ‘LI TIRKIYEYÊ HDP MIJARA KÎLÎTÊ YE’   Bavê Hatîce Ezgî Sadet a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Alî Sadet jî, da zanîn ku li Tirkiyeyê li dijî bloka rastgir, blokek din a rastgir hatiye avakirin û wiha got: “Hemû hêzên mûxalîf ên çepgir, sosyalîst, Kurd, Elewî, Sûnnî, Êzidî û beşên din ji derve hatin hiştin. Ev pergala ceza kirinê ye. Ev rewşek bi talokeye. HDP li Tirkiyeyê mijara kilîtê ye. Bêyî HDP’ê kes nikare çareseriyê ava bike. Ji ber ku îtîfaqên cûda di HDP’ê de cih digirin.”      ‘AKP’Ê ÎFLAS KIRIYE’   Sadet, da zanîn ku bi zanebûn Selahattîn Demîrtaş girtin û wiha bilêv kir: “Bi girtina mirovekê, kes nikare pêşiya dengên qeznec bike, bigire. AKP 16 salin desthilatdar û bi her awayî îflas kiriye. Divê em van pêşketinan bibînin û çûyîna wan jî wina temeşe bikin. Emê piştgiriyê bidin HDP’ê. Ez dixwazim di eniya HDP’ê de cih bigirim. Ji ber ku li dijî desthilatdar û eniyên rastgirim.”   ‘HDP JI BO VÊ ERDNIGARIYÊ ŞANSEK MEZIN E’   Bavê Ugur Ozkan ê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û bernamezetê wekîltiya HPD’a Şirnexê Suleyman Ozkan jî, diyar kir ku HDP li dijî şer alternatîfek xurte û wiha axivî: “HDP ji bo vê erdnîgariyê şansê herî mezine. Divê hemû kes piştgiriyê bidin HDP’ê. Çi dibe bila bibe dê namzetê HDP’ê Demîrtaş qezenc bike. Gel dê xwedî Serok Selo derbikevin û dê wî bi tenê nehêlin. Zarokên em yên li Pirsûsê hatin qetilkirin, hezkiriyên HDP’ê bûn. Birayê min di xebatên hilbijartina 2015’an de rastî êrîşa komek nijatperest hat. Piştî êrîşê li nexweşxanê hat dermankirin. Lê berî ku dermankirina wî biqede çû ser sindoqan û dengê xwe bi kar anî. Bi hêrs û baweriyek mezin li ser sindoqan rawestiya. HDP partiya herî xweş a li ser vê erdnîgariyê ye.”     ‘AKP DÊ HESABÊ PIRSÛSÊ BIDE’   Ozkan, destnîşan kir ku AKP’ê ji bilî rijandina xwîn û rondikên çavan tiştek ji bo vî welatî ne anî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro rewşa, edalet, hiqûq û aboriyê pir xerabe. AKP’ê dil û canê mirovan şewitand. AKP dê hesabê komkujiya Pirsûsê bide. Emê hesabê vê yekê ji wê bipirsîn. Doza Pirsûsê berdewam dike. Ez bang li hemû kesê dikim k udi 29’ê Gulanê de hemû kes beşdarî danişîna dozê ya li navçeya Hîlwan a Rihayê bibin.”