Suryanî, êzidî û misilmanên Mêrdînê: Em ji tekparêziyê re bêjin bes e 2018-05-20 09:12:51   MÊRDÎN – Êzidî, suryanî û misilmanên Mêrdînê, anîn ziman ku ew tu carî tekparêziyê qebûl nakin û ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ê ku xwedî li nasname û baweriyên cuda derdikeve.    Êzidî, suryanî û misilmanên li Mêrdînê, anîn ziman ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. Samî Akyolê ku li Midyadê zêrkeriyê dike, diyar kir ku ji roja ku AKP bûye îktîdar heta niha tu sozên xwe yên der barê bawerî û gelên cuda de bi cih neaniye û gelên cuda înkar dike. Akyol, bi lêv kir ku di dîroka komarê de cara ewil bi HDP'ê di Meclîsê de nûnerê wan çêbûye û got: "Tekane cihê ku hemû gel xwe bi awayekî azad îfade dikin HDP ye."    SANRAHÎB: EM DÎSA BÊJIN HDP    Sanrahîb Kuçukaslanê suryan destnîşan kir ku bi salan e li Tirkiyeyê alozî heye û divê nehesibandina bawerî û azadiyan bê rawestandin û got: "24'ê hezîranê ji bo xwedîderketina li nrixên mirovahiyê firsendeke baş e." Kuçukaslan, anî ziman ku tekane partiya ku xwedî li Suryaniyan derdikeve HDP ye. Kuçukaslan, şaredar û parlementerên suryanî ku ji HDP'ê hatin hilbijartin bi bîr xist û got: "Loma em ê di hilbijartinê de dîsa bêjin HDP."    '16 SALIN ME NEBIHÎSTIYE KU AKP GOTIYE ÊZIDÎ HENE'    Cemîl Husoyê 49 salî ku li gundê Taxa yê Midyadê dijî, diyar kir ku divê di hilbijartinê de ew jî wekî kesên ji baweriyên din esas bên girtin û got: "Ev welat ê me ye jî." Huso, destnîşan kir ku AKP 16 salin îktîdar e, lê belê wan carekê jî nebihsîtiye ku gotiye êzidî jî hene. Huso, bi lêv kir ku ew pergaleke ku êzidî, suryanî, ereb û kurd nayên qebûlkirin naxwazin û got: "HDP bi qîmeta me dizane. Em di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ê. HDP, li Tirkiyeyê partiya hemû xizan, bindestan e û doza edalet û hiqûqê dike."    ‘JI BILÎ HDP'IYAN KESÎ RIYA ME Û CIHOKÊN ME YÊN AVÊ ÇÊNEKIR'    Keyayê gundê Xerabya Şukru Dagê êzidî, çewisandinên ku ew tim bi wan re rû bi rû dimînin bi bîr xist û got: "Dema em li tevahiya bajêr bigerin, em ê bibînin tenê riya gundên me êzidî û suryaniyan xerabe ye. Ev rewş nêzîkatiya ji bo me nîşan dide. Şaredariyên HDP'î riya gundên me û cihokên me yên avê çêkirin. Ji bilî wan tu rêveberî qîmet neda gundên me."    ‘EV CÎHAN NE YA TEKPARÊZAN E'    Hanim Çelîk a êzidî, anî ziman ku daxwaza wan ew e ku ev hilbijartin bibe cihê aştî û demokrasiyê. Çelîk got: "Mirovatî li kuderê me êzidî li wir in. Partiya biratî û aştiyê kîjan be em ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin wê." Kadîfe Bîrlîk a êzidî got: "Ev cîhan a hemû gelan e. Ne cîhana tekparêzan e. Em êzidî jî em ê li cem HDP'ya ku tum gelan temsîl dike cih bigirin. Ez yekîtî û aştiyê dixwazim." Şero Akyolê êzidî jî destnîşan kir ku qethiyen ew tekparêziyê qebûl nakin û got: "Em ê li ser sindoqan dengê xwe ji hîle û xurdên AKP'ê biparêzin."    Sekreterê Giştî yê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Fahrî Dogan jî, destnîşan kir ku di dema îktîdara AKP'ê de her cure bawerî û nasnameyên cuda bi çewisandinan rû bi rû mane û got: "AKP, zirarê dide ola îslamê. Îslamiyeta ummetê kirin îslamiyeta AKP'ê." Dogan, bal kişand ser nêzîkatiya HDP'ê ya ji bo nasname û baweriyên cuda û got: "HDP li Tirkiyeyê êzidî, ereb, suryanî, tirk, kurd û ermenan hemûyan dihebîne. Sîwana ku HDP'ê ava kiriye bi awayekî li ser esasên Peymana Medîneyê ye."    MA / Berzan Guneş