Ji ber ku dîmenên helîkopterê parve kirin 6 sal û 8 meh ceza lê hat birîn 2018-05-20 09:10:40   ÎZMÎR – Mehmet Şakîr Yetîşen ku 13 salan di girtîgehê de ma û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bû û di sala 2005'an de ji ber ku cezayê wî qediya hat berdan, bi hinceta parvekirinên medyaya civalî 6 sal û meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Yetîşen vê yekê wekî derhiqûqiyê şîrove kir.    Li Aydinê, Mehmet Şakîr Yetîşen ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye û rapora wî ya "nikare tiştekî bike" heye, ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên 2017'an hat binçavkirin û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" doz lê hat vekirin. Di meha nîsanê de doza Yeîşen bi encam bû û 6 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Di nav parvekirinên ku wekî hinceta ceza tên nîşandan parvekirina wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hevpeyvînên ku gelek saziyên navnetewî bi Hevserokê PYD'ê yê berê Salih Muslim re kirine û her wiha dîmenên helîkoptera TSK'ê ku di 11'ê Cotmeha 2017'an de ji aliyê HPG'iyan ve hat xistin.    Yetîşen cezayê ku lê hatiye birîn wekî derhiqûqiyê şîrove kir. Yetîşen diyar kir ku ew di sala 1992'yan de hatiye girtin û di sala 2005'an de hatiye berdan û ji ber şert û mercên girtîgehê nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûye. Yetîşen diyar kir ku tiştên ku wî parve kirine bi tu awayî sûc teşkîl nakin. Yetîşen got, wî îtirazî ceza kiriye û ew li benda bersivê ye.    MA / Ahmet Kanbal