Bi sendelyê bi teker ji bo HDP’ê dixebite 2018-05-20 09:01:44   DERSIM - Welatî Mîthat Konak ji bo HDP li Xozatê bi ser bikeve bi sendelyê bi teker beşdarî xebatên hilbijartinê dibe. Konak, diyar kir ku astengdariya wî ji bo xebatan nabe asteng û got: “Emê derî bi derî bigerin û ji bo partiyê dengan bixwazin.”   Li Dersimê HDP’ê lez dan xebatên hilbijartinê û bênavber dixebite. Ji 7 salî heya 70 salî ji bo HDP bi ser bikeve, dixebitin. Gelê Dersimê hewl dide li dijî du îtîfaqên rastgir ên li hemberî HDP’ê di 24’ê Hezîranê de bersiva her mezin bide wan.     Welatî Mîthat Konak ê 45 salî yê beşdarî xebatên hilbijartinê yên HDP’a navçeya Xozatê ya Dersimê dibe, bala mirovan dikişîne. Konak di hemû hilbijartinan de piştgiriyê dide partiyên siyasî yên Kurdan û beşdarî xebatan dibe. Konak ê astengdare û bi sendelyê bi teker beşdarî xebatên hilbijartinê dibe, diyar kir ku dê derî bi derî bigerin û dengan ji bo HDP’ê kom bikin.    ‘LI DIJÎ HEMÛ GIRTINAN EM LIGEL HDP’Ê NE’   Konak, anî ziman bingeheke xurt a HDP’ê heye û wiha bilêv kir: “HDP ne partiyekê pergalê ye. HDP’ê hemû zor û zehmetî derbas kirin. Ji bo ku em jî van zoriyan derbas bikin, me cihê xwe di HDP’ê girt. HDP partiyekê ku têkoşînê mezin dike. Weke hemû hilbijartinan, ev hilbijartin jî ji bo me dê rizgariyê bîne. Divê em hilbijartinê jî weke qada têkoşînê  bibînin. Hema bêje hemû wekîlên HDP’ê girtîne. Namzetê Serokkomariya me girtiye. Li dijî van hemûyan min xwest cihê xwe di xebatên hilbijartinê de bigirim û têkoşînê mezin bikim.”   ‘REWŞA MIN XEBATÊN MIN ASTENG NAKE’    Konak, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ez tu carî xwe astengdar nabînim. Civak astengdariyê ava dike. Ligel ku ez seqetim jî, beşdarî xebatan dibim. Ji bo min pir zor nayê. A zor û girîng dinava HDP’ê de cih girtine. Lê divê em vê zoriyê derbas bikin. Ezê herim gundan jî û xebatên xwe bi rêve bibim. Ji ber ku divê ji rihê 7’ê Hezîranê mezintir em beşdarî hilbijartina 24’ê Hezîranê bibin. Divê em bersiv mezin bidin dijberên HDP’ê.  Partiyên pergalê çi dikin bila bikin, dê hêza wan têrê neke ku HDP’ê tune bikin.”    ‘PERGALA HEYÎ NIKARE PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER BIKE’   Konak destnîşan kir ku ji bo pergala heyî ya Tirkiyeyê bê sererastkirin, berî her tiştî divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Tirkiyeyê heya pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin, tu pirsgirêk nayên çareser kirin. Hemû kesên aştî û demokrasiyê dixwazin divê di xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de cih bigirin. Ger em hemû gel di hilbijartina 24’ê Hezîranê de destê HDP’ê xurt bikin, wê demê emê karibin zoriyê li dewletê jî bikin ku pirsgirêka Kurd çareser bike. Ji bo em qezenc bikin divê em pir bi xebitin. Ez bang li hemû kesê dikim ku li dora HDP’ê kom bibin.”    MA / Semra Turan