ROJEVA 20'Ê GULANA 2018'AN 2018-05-20 09:00:15   * Di şeva ewil a meha Remezanê de polîsan avêtibû ser gundê Şapatanê yê Şemzînana Colemêrgê û di avêtina ser malê de Temer Şengul û Mehmet Ali Avci îşkence kiribûn. Delîl Avci, birayê Mehmet Ali Avci, got êdî gundê wan bi îşkenceyê tê bibîranîn.    * Zubeyde Tepe, dayika nûçegihanê Ozgur Gundemê, 25 salin li kiryarên kurê xwe digere. Tepe ku di 1995'an de li Qada Galatasarayê tev li Dayikên Şemiyê dibe, got kurê wê her roj di bîra wê de ye.    * Endama Meclîsa Jina ya KESK'ê Ayşe Panûş, diyar kir ku divê kes ne li bendê be, dê jin dengê xwe nedin AKP'ê û got: "Daxwaza me ew e ku ji Rewşa Awarte re na û dawî li zilma KHK'yan bê. Dengê me ji bo kesên ku vê daxwaza me bînin cih."    * Mehmet Şakîr Yetîşen ku 13 salan di girtîgehê de ma û nexweşîna pençeşêrê lê peyda bû û di sala 2005'an de ji ber ku cezayê wî qediya hat berdan, bi hinceta parvekirinên medyaya civalî 6 sal û meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Yetîşen vê yekê wekî derhiqûqiyê şîrove kir.    * Êzidî, suryanî û misilmanên Mêrdînê, anîn ziman ku ew tu carî tekparêziyê qebûl nakin û ew ê di hilbijartinê de dengê xwe bidin HDP'ê ku xwedî li nasname û baweriyên cuda derdikeve.    * Li Stenbolê di serdema AKP'ê de îmze avêtin bin sedan projeyên rantê. Bi vanporjeyên hatin avakirin diqada civakî, çandî û ekolojîk de talanî û wêranî pêş ket. Erdogan piştî referanduma 16'ê Nîsanê got "Me li vî bajarî îxanet kir û hêj em îxanetê dikin" û ev îxanet didome. Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, der barê sozên ku AKP didin de got “Çi dibêje ne girîng e. Bi çi armacê dike girîng e."    * Li Pêrtagê ji ber xebatên ji bo firehkirina rê yên qeyûm, meheke ava gundê Akdemîrê tune ye. Gundiyên ku meheke ava wan tune ye xwestin demildest pirsgirêk bê çareserkirin.    * Hilbijêrên Amedê, anî ziman ku ew dengê xwe nedin kesên ku xaniyên wan rûxandin û gel dixapînin. Welatiyan diyar kir ku dê kurd dengê xwe nedin îtifaqên hatine çêkirin, dê bidin HDP'ê û gotin: "Heta niha me nedîtiye ku AKP tiştekî baş kiriye, em ê ji niha û pê ve jî nebînin. Loma kes ji me deng nade Erdogan."    * Di ser destnedayîna parlamenteran ku wekî “darbeya siyasî" hat pênasekirin re 2 sal borîn. Wekîlê Serokê Meclîsa yê HDP'î Mithat Sancar, diyar kir ku operasyona darbeya siyasî piştî 2 salan pûç bûye û wiha got: "Ji ber ev plana darbeya siyasî ya îtifaqa AKP-MHP'ê têk çû, neçar man ku hilbijartinê pêk bînin.    * Strana "Werin" ku hunermendên jin ên NÇM'ê amade kirin, dê hêz û coşê li xebatên hilbijartinê bar bike.    * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê 17'emîn kongreya xwe ya asayî li salona TMMOB'ê ya Stenbolê pêk bîne. (10.00)    * HDP di çarçoveya hilbijartina 24'ê Hezîranê de dê li gelek navendan buroyê hilbijartinê vekin û esfan û gel ziyaret bike. (12.00-20.00)    * Pişti Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mala Şînê ya Gundê Efşê yê Mêrdînê xera kir, gundî dêtekildarî vê yekê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)    * MED-DER dê yekemîn kongreya xwe ya Asayî li salona civînê ya Şaxa 1'emîn a Egîtîm Sen'ê ya Amedê pêk bîne. (12.00)