Girtiya nexweş Bulut a xwîn verişiya rakirin nexweşxanê 2018-05-19 16:10:04   STENBOL - Girtiya nexweş Sureyya Bulut a li girtîgeha Bakirkoyê, roja çarşemê ji ber ku xwîn verişiya rakirin nexweşxanê.    Hat diyar kirin ku girtiya nexweşîna giran Sureyya Bulut a li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoya Stenbolê tê girtin, roja çarşemê xwîn verişiya û rakirin nexweşxanê. Bijîşkan rapora “Rewşa tenduristiya wê di talokê deye” da Bulut û derbarê rewşa dawî de, agahî nehatin girtin. Hat zanîn  ku Bulut hîna jî li Nexweşxaneya Sing a Yedîkule tê girtin. Bulut ji ber cezayê muebetê 20 salin di girtîgehê de ye.    Bulut a çavekî wê nabîne, di heman demê de, nexweşiya Wernîko Korsîkof pêre heye.