Di ‘Doza çapemeniya KCK’ê’ de îdîanameya Yurt Atayun xwestin 2017-10-13 12:46:57 STENBOL - Heyeta dadgeha “Doza çapemeniya KCK’ê” ya 46 rojnameger tên darizandin, îdîanameya darizandina doza Midûrê Şaxa TEM’ê yê Stanbolê Yurt Atayun û zabiteyên  xest.    Li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çagliyena  Stenbolê, “Doza çepemeniya KCK’ê ya 46 rojnamerger têde tên darizandin hat dîtin. Rojnameger Nurettîn Firat, Çagdaş Ulus, parêzerên Platforma Hiqûqên Azad (OHP) û parêzerên rojnamegeran beşdarî dozê bûn. Dadgeha ku bi tespît kirina nasnameyan destpêkir, dozger daxwaz kir ku mijarên kêm ên di dosyayê de bên tememkirin. Piştre parêzerê rojnameger Çagdaş Ulus Huseyîn Ersoz mafê axaftinê girt û xest ku daxuyaniyên têkildrî Midûrê Şaxa Têkoşîna bi Terorê yê Stembolê Yurt Atayun bigrin dîqatê.    ÎDÎANAMEYA ATAYUN XWEST    Heyeta dadgehê dûrê biryara xwe ya navberê da. Heyetê, têkildarî rojnameger Îsmet Kayhan biryara girtinê da û xwest di çarçoveya “Sûcê rêxistinê” yên rojnamegeran de hene, yan tune, bên lêpirsîn. Dadgehê belgeyên îdîanameya Yurt Atayun xwest û daxwaza parêzarên biryara îptalkirina pasaportên rojnamegeran bêrakirin red kir.     Doz taloqî roja qetilkirina rojnameger Hrant Dînk 19’ê Çileêyê hat kirin.