Dayika Şemiyê aqûbeta pismaman winda pirsîn 2018-05-19 14:50:24   STENBOL - Dayikên Şemiyê, faîlên Hasan û Mehmet Selîm Orhan ên di 24'ê Gulana 1994'an de li Amedê hatin windakirin û di sala 2003'an de hestiyên wan hatin dîtin pirsîn. Dîsa li aqûbeta aqûbeta pismamê wan Cezayîr Orhan ê hêj winda pirsîn.    Dayikên Şemiyê di hefteya 686’an de di çarçoveya çalakiya "Faîl Diyar in, Winda li Ku ne" li Qada Galatasarayê kom bûn. Dayikan di çalakiyê de pankarta "Faîl diyar in, winda li ku ne" ya wêneyên windayan li ser heye vekirin û laçika spî û qurnefîl danîn ser pankartê. Dayikan di ve hefteyê de faîlê Hasan û Mehmet Selîm Orhan ên di 24'ê Gulana 1994'an de li Pasûra Amedê hatin windakirin û di 2003'an de hestiyên wan hatin dîtin pirsîn. Dayikan dîsa aqûbeta pismamê wan Cezayir Orhan pirsîn û xwebtin demek berî demekê aqûbeta wan ronî bibe.    EM HESTIYÊN ZAROKÊN XWE DIXWAZIN   Di çalakiyê de ewil Hevsera Maksut Tepelî yê di 2'ê Sibata 1984’an de hat windakirin, Şehriban Tepelî axivî. Tepelî, diyar kir ku piştî hevserê wê hat binçavkirin birin Navenda Polîsan a Gayrettepe li wir îşkence lê kirin. Tepeli, anî ziman ku rayedarên dewletê diyar kirin ku hevserê wê kuştine û li Goristana Helvacı Dede ya Ferîkoyê defin kirine û wiha got: "Her gorek xwedî nasname û nûmareyek e. Lê rayedarên dewletê nûmare û cihê gorê ji mere nabêjin. Ji ber ku hestiyê wî dê bibe delîla gelek rastiyan vedişêrin. Ger ku naxwazin em bêjin 'Qatil dewlet e' divê cihê hestiyan diyar bikin."    Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995’an de hatin windakirin, Maside Ocak jî bal kişand ser 17-31'ê Gulanê Hefteya Windayên Di Binçavan de ya Navneteweyî û wiha got: "23 salin em li Qada Galatasarayê li windayan digerin. Me li vê qadê bêrîkirin û hesret mezin kir. Me li vê qadê heskirin, bêrîkirin û êşên xwe nivîsand. 23 salin em li virin. Lê di milê edaletê de tiştek nehat guhertin."    DMME JÎ TEV Lİ POLÎTÎKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ KIRIN'   Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî diyar kir ku windakirin polîtikaya dewletê ye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) jî tev li vê polîtîkayê bûye.    'JI BÎR NEKIN'    Mirovên Şemiyê û Seroka Şaxa TÎHV'ê ya Stenbolê Umît Efe jî bal kişand ser hefteya Windayên Di Bin Çavand e û wiha got: "Ger ku em vê bê edaletiyê wisa qebûl bikin şerma herî mezin e. Ji hemû beşên civakê dixwazin em vê yekê wisa qebûl bikin. Bê divê hemû beşên civakê vê yekê ji bîr nekin, fêr nebin û bêdeng nemînin.    LEŞKERÊN TUFAYA KONANDOYÊN BOLÛ HEMÛ XANÎ ŞEWITANDIN   Efe di hefteya 686’an de encama dosyaya pismamên Orhan ên tu encam ji hiqûqa Tirkiye û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) nestenine bi raya giştî re parve kir. Efe, “Di 6'ê Gulana 1994'an de Yekîneya Leşkerên di bin Fermandariya Tugaya Bolu Komando Yavuz Erturk bi ser gundê Çaglayan a Pasûra Amedê de girtin. Gundî ji malên wan derxistin û li nava gund kom kirin. Hemû mal şewitandin. Piştî leşkeran xanî û gund şewitandin 3 roj destûr dan gundiyan ku gund terk bikin. Lê gundî çûn li dorê kon vedan û li konan bi cih bûn. Roja din Salîh Orhan û çend gundiyên din çûn Fermandariya Cendirmeyan a Pasurê û xwestin heta çandiniyê xwe biçinin û kom bikin li gund bimînin. Fermandarê Cendirmeyan ê Pasûrê Ali Ergülmez destûr da heta paletiyê.  Malbata Orhan konên xwe li ber xaniyên xwe yên hatin şewitandin vedan. Leşkerên Fermandariya Komandayên Bolû di 24'ê Gulana 1994'an de dîsa bi ser wan de girtin. Vê carê Selim ê 46 salî û Hasan ê 40 salî û Cezayir Orhan ên 17 salî binçav kirin û birin. Piştre hatin winda kirin.    Piştî lêgerîna salan cenazeyê Mehmet Selim û Hasan Orhan di sala 2003'an de hatin dîtin. Lê cenazeyê Cezayir Orhan jî hêj ne diyar e. Em dixwazin aqûbeta Cezayir Orhan ê hêj 17 salî bû hat windakirin bê ronîkirin.