Li Meletiyê HDP bênavber xebatên hilbijartinê didomîne 2018-05-19 14:08:55   MELETÎ – Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan di çarçoveya xebatên hilbjartinê de li Meletiyê bi gel re hat ba hev.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Meletiyê bênavber xebatên hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê dewam dike. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, rêveberiya HDP’a Meletiyê û bernamzetên HDP’ê yên Meletiyê navçe û taxan ziyaret kirin. Heyeta HDP’ê taxa Gokçe ya navçeya Puturge, taxa Bolukkaya ya Doganyol û taxa Mamurek a navçeya Battalgazî yên Meletiyê esnaf û gel ziyaret kirin. Heyeta HDP’ê bal kişand ser girîngiya vê hilbijartinê û gotin ku dayîna her dengek ji bo HDP’ê dê Tirkiyeyê ber bi aştî û demokrasiyê ve bibin.    ‘ROJ ROJA HILWEŞANDINA PERGALA TARÎ YE’    Heyet ewil çû navçeya Puturge û welatiyan ziyaret kir û guh dan pirsgirêkên welatî û esnafan. Parlamenter Dogan di serdanê de axivî û wiha got: “Roj ne roja CHP û HDP’ê ye, roj roja hevgirtina li dijî pergala tarî ya tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye. Ka lê binêrin elewiyan û kurdan dipişifînin. Gel jixwe feqîr e bêtir feqîrtir kirin. Li welêt demokrasî, edalet, maf û hiqûq tune ye. Mirovan binçav dikin bi awayekî kêfî 2-3 hefte di bin çavan de dihêlin. Li fezlekeyê derbarê wekîlên me de amade kirin e, hemû vala ne û tu bingehek wan hiqûqî nîne. Roj roja yekîtiyê ye û hilweşandina vê pergala tarî ye.”