Aqûbeta Înan ê li Sêrtê hat windakirin pirsîn 2018-05-19 13:51:27   AMED - Xizmên windayan di çalakiya Amedê de, aqûbeta Mehmet Înan ê di sala 1994’an de 3 caran hat binçavkirin û li Sêrtê hat windakirin, pirsîn.   Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 484'an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê pêk anî. Rêveber û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiya vê heftê de aqûbeta Mehmet Înan ê di salal 1994’an de 3 caran hat binçavkirin û herî dawî li Sêrtê hat windakirin, hat pirsîn.    'LÊGERÎNA ME YA EDALET Û HEQÎQÎ DÊ BIDOME'   Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytun, berî daxuyaniyê axaftinek kurt kir û wiha got: “Rayedar û desthilatdariya siyasî ya demî berpirsên kujerên windayan e. Ji salên 90’î ve lêgerîna me ya edaletê berdewam dike. Dê lêgerîna me ya edalet û hiqîqetê berdewam bike. Em ê vê têkoşîna xwe bi xizmên windayan re bidomîn in.”    'ÎNAN JI BO PÊDIVIYÊN MALÊ DERKET DERVE Û VENEGERIYA’   Di çalakiya vê heftê de çîroka Mehmet Înan ê di sala 1994’an de li Sêrtê hat windakirin, hat vegotin. Parêzerê  mafê mirovan Emîn Ermîn çîroka Înan vegot û wiha axivî: “Înan berî bê windakirin 3 caran hat binçavkirin. Bavê Înana alî Alî Înan, hevjîn waî zarokên wî  di 28’ê Sibata 1994’an de gava li ser kaniya avê sewalên xwe diçêrandin, Mehmet Înan ji bo pêdiviyên malbatê diçe Sêrtê. Înan gava bi şev venagera malê, malbata wî bi fikar dibin. Bav Alî Înan, sibêtir diçe Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê û serî li Fermandariya Tugayê dike. Lê tu lêpirsînê venakin.”   Ermîn, da zanîn ku piştî windakirina Înan 4-5 roj şûn de polîs bav Alî Înan dibin Midûryeta Polîsan a Sêrtê. Li qereqolê hin wêneyan nîşanî wî dikin. Ew kesên di wêneyan de nas nake. Polîs dûre derengiya şevê wî dibin malê. Ji wê rojê û şûn de qet agahî ji Mehmet Înan nayê girt û aqûbeta wî heya roja îro ne diyare.”   Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.