Li Licê cenazeyek hat dîtin 2017-10-13 12:36:45 AMED – Li gundê Dêrxûsta Licê cenazeyê zilamekî ji serê xwe ve hatiye kuştin hat dîtin.    Li gundê Dêrxûsta navçeya Licê ya Amedê cenazeyê zilamekî emrê wî li dora 25’an e ji aliyê şêniyên gund ve li nav dar û beran hat dîtin. Hat zanîn ku nasnameya cenaze li ser tune ye û cenaze ji bo otopsiyê rakirine morga Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê.