Li parka dibistanê lîstina zarokan bi 10 TL ye 2018-05-19 10:15:50   STENBOL – Li Parka Dibistana Seretayî ya Mehmetçîk a Stenbolê, rayedarên dibistanê ji bo lîtina zarokan a li parkê serê her zarokekî 10 tl distîne. Malbatan helwesta rêveberiya dibistanê şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo lîstinê ji her zarokekî 10 TL distînin. Yên pere nadin jî 4 saetan li dibistanê dîl tên girtin.    Rayedarên Dibistana Seretayî ya Mehmetçîkê ya taxa Yunus Emre ya Navçeya Sultangaziyê, ji bo zarok li parka baxçeyê dibistanê bilîzin, ji her zarokekî 10 tl pere distînin. Malbatên xwendekaran duh ev rewş şermezar kirin û stanta îmzeyan vekirin. Piştî çalakiya malbatan Midûrê dibistanê Şanber Aydın Demir gilî kir û li ser gilî 4 mamoste û weliyek hat binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li midûriyeta polîsan hatin berdan. Der barê 2 mamosteyan de lêpirsîn hat vekirin.    YÊN PEREYÊN WAN TUNE NIKARIN DERKEVIN BAXÇE    Malbatan diyar kirin ku midûrê dibistanê ji her zarokekî ji bo 15 deqîqeyan 10 TL distîne. Xwendekarên ku pereyên wan tune be jî 4 saetan di hewsê de dîl tên girtin. Weliya xwendekaran Selma Akdogan, diyar kir ku di bin navê kermes û seyranê de pere ji zarokan distînin. Lê hemû malbat xizanin û li dijî vê yekê nerazîbûn anîn ziman. Zarokên ku nikarin li maşîneyan zuyarên hene. Hin malbat gelek xizan in û nikarin pere bidin zarokên xwe. Yekîtiya Malbatên Dibistanê ava kirine, lê tu fonksiyona wan tune ye. Xuya bû ku midûreya dibistanê qaseya pereyan biriye odeya xwe. Em zarokên xwe ji bo perwerdehiyê dişînin. lê ne wisa ye.    Akdogan, anî ziman ku li ser kirina midûreyê ketin nava tevgerê û çalakî pêk anîn û wiha got: "Lê ji ber çalakiya me mamoste û malbatên xwendekarn hatin binçavkirin. Ev binçavkirin li dijî hiqûqê ye.    'XWENDEKARÊN 10 TL NEDAN 4 SAETAN LI HUNDIR GIRTIN'   Weliya xwendekaran Filiz Çiçek jî bertek nîşanî helwesta rayedaran dan û diyar kirin ku serê xwendekarekî 10 TL pere distîne û xwendekarên ku nikarin pereyan bidin wan 4 saetan li hundir dîl digirin.    MA / Sadiye Eser