Ji ber navê kafeyê ‘Haymatlos’ bû, zabiteyan ruxset neda 2018-05-19 09:17:52 MÊRDÎN – Hat hînbûn ku Midûriyeta Zabiteyan a Şaredariya Artûklû ku qeyûm tayînî wê hatiye kirine, ji ber navê "Haymatlos" (Bêwar) li kafeya xwe kir ruxset neda xwediyê kargehê. Midûriyeta zabiteyan ji xwediyê kargehê re gotiye "ev nabe" û ruxset nedayê.  Li navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê, welatiyekî ku navê "Haymatlos" (Bêwar) li kafeya xwe kir, ji bo ruxsetê serî li Midûriyeta Zabiteyan da. Piştî serlêdanê bi demeke kurt, zabite hatin kafeya ku li Taxa 13'ê Adarê ye. Zabiteyan wateya "Haymatlos"ê ku peyveke almanî ye ji xwediyê kafeyê pirsîn.    TABELA DAXIST    Piştî zabite hîn bûn wateya “Haymatlos” "bêwar" e, ji xwediyê kargehê re gotin ew nikarin ruxsetê bidin. Her wiha zabiteyan ji xwediyê kafeyê re got, eger ew navê kafeyê neguherîne ew ê ruxsetê nedinê.    Xwediyê kafeyê ji neçarî tabelaya bi navê “Haymatlos” daxist.