Tercîha mexdûrên KHK'ê HDP ye 2018-05-19 09:17:10 AMED - Kedkarên di çarçoveya Rewşa Awarte de saziyên wan bi KHK'yan hatin girtin û bi KHK'yan hatin îxrackirin, diyar kirin ku ew ê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de HDP'ê tercîh bikin.  Piştî biryara hilbijartina zordest hat dayîn, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî xebatên xwe yên di vî warî de lezandin. HDP, bal dikişîne ser saziyên bi KHK'ê hatin girtin û kedkarên bi KHK'yan hatin îxrac kirin. Di spotên ku ji aliyê koma medyaya civakî ya HDP'ê ve hatin amadekirin, mîkrofon ber bi kesên ji ber KHK'yan mexdûr bûne hat hêlkirin. Kedkarên ku piştî hatin îxrackirin wekî alterantîf hin karên din peyda kirin, destnîşan kirin ku ew ê dev ji mafên xwe bernedin û ew ê di 24'ê Hezîranê de HDP'ê tercîh bikin.    Bijîşk Semra anî ziman ku ji ber ew li dijî şer derket sal û nîvek berê hatiye îxrackirin. Bijîşk Semra, anî ziman bi vî awayî hatiye xwestin ku ew bi birçîbûnê bên terbiye kirin, lê belê wan kargehek vekiriye û bi vî awayî jiyana xwe îdame dikin. Bijîşk Semra, destnîşan kir ku beriya her tiştî ew aştî û wekheviyê diparêze û got: "Em li vir in, em dikarin bikin."