Erdogan li Îngîltereyê 3 rojan ji bo pereyê xwe yê li Katarê bazarî kir 2018-05-19 09:16:08 ENQERE – Di bin serdana Îngîltereyê ya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan de "bazariya pereyan" derket. Burokratekî ku tev li van hevdîtinan bû, derpêş kir ku ji bo Erdogan pereyên xwe di borseya Katarê ya li Îngîltereyê de bîne bazarî kiriye.  Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan 3 rojan serdana Îngîltereyê kir. Muxalefetê ev serdana wî rexne kiribû. Lê belê burokratekî payebilind ku di serdana Erdogan de cih girtibû, agahiyên balkêş parve kirin.    BAWERÎ BI ERDOGAN NEANÎN    Burokratê ku der barê hevdîtinê de agahî dan û nexwest navê wî bê aşkerekirin, ji bo ku Erdogan bi Serokê Îngîltereyê Theresa May re hevdîtinê çêbike sê rojan li benda May maye. Burokrat diyar kir ku ew tev li hevdîtinê bûye û got: "Îngîltere baweriya xwe bi Erdogan neanî."    Burokrat got, Erdogan xwestiye pereyê xwe yê ku bi awayekî zêde di borseya Katarê ya li Îngîltereyê de bîne Tirkiyeyê û ji bo vê yekê bazarî kiriye. Burokrat diyar kir ku ji bo pere bîne Tirkiyeyê divê Îngîltere destûrê bide.    Burokrat destnîşan kir ku hingî Erdogan israr kiriye, May hevdîtin qebûl kiriye, lê belê Îngîltere destûra derxistina pereyê navborî nedaye. Burokratê paye bilind got, dema Erdogan li Îngîltereyê bû dolar ji nişkave zêde bû. Burokrat derpêş kir ku sedema vê yekê jî ew e ku, Îngîltere destûr nedaye transferkirina vî pereyê navborî.    Her wiha Burokrat der barê civîna ku Erdogan bi saziya ramanê Chatham House re jî kir agahî dan û anî ziman ku Erdogan ji vê saziyê xwestiye ku ew di warê polîtîk de wê destek ku ji bo Abdullah Gul hatiye dayîn ji bo wî jî bê dayîn.    Li gorî burokrat, Erdogan ji serdana xwe ya 3 rojan tu tişt bi dest nexistiye û sedema vê yekê jî rewşa siyasî, civakî û aborî ya xeternak e ku Tirkiye tê de ye.