‘Dê jin stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê diyar bikin' 2018-05-19 09:15:20 AMED - Li Amedê siyasetmedarên jin ên HDP'ê bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin. Siyasetmedarên jin diyar kirin ku li her derî jin eleqeyeke mezin nîşan didin û gotin: "Dê jin stratejiya hilbijartina zordest diyar bikin."  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi pêşengiya jin û ciwanan bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibe. Siyasetmedarên jin ên HDP'î yên li Amedê bênavber xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin.    ‘DÊ JIN STRATEJIYA HILBIJARTINÊ DIYAR BIKIN'    Hevseroka HDP'ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, diyar kir ku AKP bi hilbijartina zordest dixwaze siyaseta xwe ya xitimandî xelas bike, lê belê dê hêzên demokrasiyê destûra vê yekê nedin. Bûlûttekîn anî ziman ku xebatên hilbijartinê coş û heyecaneke mezin li gel peyda kiriye û got: "Niha li hemû navçeyan xebatên me didomin. Nemaze jî jin pêşengiya van xebatan dikin. Li her derê jin eleqeyeke mezin nîşan didin. Dê jin li hemberî rejîêa yek zilamî û dîktatoriyê serî netewînin. Dê jin stratejiya hilbijartina zordest diyar bikin. Dema em xebatên xwe bi rê ve dibin em wekî xala sereke jinan esas digirin." Bûlûttekîn diyar kir ku armanca wan ew e ku ew di çarçoveya jiyaneke demokratîk û wekhev de rejîmê biguherînin.    'DIVÊ ÎTIFAQA JINAN XURT BIBE'    Bûlûttekîn, destnîşan kir ku nêviyê civakê jin in û divê bi reng û fikrên xwe di meclîsê de temsîliyeta wan hebe. Bûlûttekîn bi lêv kir ku divê jin di jiyanê de bi vîna xwe hebe û got: "Eger di civakê de guherîn û veguherînek çêbibe, ew jî bi jinan pêkan e. Loma divê îtifaqeke jinan hebe. Divê ev îtifaq tenê ji jinên kurd pêk neyê. Hemû jinên bloka çepgir, sosyalîst, femînîst û demokratîk dikarin daxilî vê îtifaqê bibin."    'JIN ZÊDE SERÎ LI HDP'Ê DIDIN'    Bûlûttekîn diyar kir ku ji bo xebata hilbijartinê bi awayekî zêde mirov serî li HDP'ê didin û her wiha ji bo bernamzetiyê jî bi awayekî zêde jin serî lê didin. Bûlûttekîn anî ziman ku ji ber çewisandina tehakumiyî ya pergalê ya li ser jinan, jin di bin banê HDP'ê de xwe bi awayekî azad îfade dikin. Bûlûttekîn got: "Di civakê de herî zêde jin ji polîtîkayên AKP'ê nerihet dibin. Çimkî hemû qanûn û sererastkirinên îktîdarê jinan bi paş ve dibin û wan dikin pêgirtiyê mêran. Jin jî vê yekê qebûl nakin. loma em dibêjin HDP."    ‘JIN HDP'Ê WEKÎ HÊVIYÊ DIBÎNIN'    Hevseroka HDP'ê ya Farqînê Hulya Bîçen jî, diyar kir ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ew diçin kîjan gund û taxan, jin tînin ziman ku ew ji polîtîkayên AKP'ê ne razî ne û li hemberî vê yekê hêrsa xwe tînin ziman. Bîçen, destnîşan kir ku li her derî jin eleqeyeke mezin nîşanî wan didin û got: "Em pir kfêxweş dibin. Jin HDP'ê wekî hêviyê dibînin." Bîçen bi lêv kir ku bênavber xebatên wan didomin û got: "Em yeko yeko li deriyan didin û beriya her tiştî jinan îkna dikin. Nemaze jî em bi bîr dixin ku ev hilbijartin îtifaqeke kurda ye. Eger jin îtifaqeke xurt çêbikin, dê di civakê de jî îtifaqeke xurt çêbibe. Çimkî piştevaniya jinê dê civakê bigihîne hev."    'DÊ GEL BERSIVÊ BIDE'    Hevseroka HDP'ê ya Çinarê Hayat Akyol jî, îtifaqa AKP-MHP'ê ya li dijî gelê kurd bi bîr xist û got: "Dê gelê kurd li ser sindoqan bersiva herî baş bide vê îtifaqa faşîst. Di xebatên xwe yên hilbijartinê de em sedema ku ji bo çi di HDP'ê de, di sosyalîzmê de israr diikin vedibêjin. Ji bo aştiyê, demokrasiyê, ji bo jin, zarok û pitik neyên qetilkirin divê herkes di nav xebatan de cih bigire."    MA / Esra Solin Dal