Çalakiyên ku hevşaredar tev lê bûn sûc hatin hesibandin 2018-05-19 09:10:18 MÊRSÎN - Der barê Hevşaredarê Akdenîzê Mehmet Fazil Turk ku girtî ye û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin de îdianame hat amadekirin. Di îdianameyê de ji 15 salan heta 22 salan cezakirina Turk tê xwestin. Her wiha ji ber ku hevşaredar tev li çalakiya li dijî tiryakê bûye jî, çalakî sûc hat hesibandin.  Der barê Hevşaredarê Akdenîza Mêrsînç Mehmet Fazil Turk de ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û di 4'ê Cotmeha 2017'an de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, îdianame hat amadekirin. Îdianame ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê ve hat amadekirin. Di îdianameyê de çalakiyên demokratîk û xebatên şaredariyê yên di navbera 2012-2015'an de ku Hevşaredar Turk tev li wan bûye wekî sûc hatin hesibandin. Her wiha ji ber ku ji bo bi wesayîta cenazeyan a Şaredariya Akdenîzê cenazeyê Sînan Aggozê HPG'î ji Saziya Tibê ya Edlî ya Edeneyê hat girtin û şandin Erziromê jî wekî sûc hat hesibandin. Di îdianameyê de ji ber ku Hevaşredar Turk di 9'ê Hezîrana 2013'an de li Taxa Şevket Sumer a Akdenîzê tev li meşa "Ji Tiryakê Re Na" bûye jî wekî sûc hat hesibandin.    Dadgeha Cezayê Giran a 11'an a Mêrsînê îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê ve hat amadekirin qebûl kir. Di îdianameyê de hat xwestin ku Hevşaredar Turk bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" ji 15 salan heta 22 salan bê cezakirin.   Dê danişîna ewil a dozê di 25'ê Gulanê de pêk bê.