Girtiyên ku pêkanînên îdareya girtîgehê şermezar kirin hevdîtin pêk neanîn 2018-05-18 21:29:20   STENBOL – Hat hînbûn ku girtiyên Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, ji ber 'lêgerîna hûrguliyane' ya li wan hat ferzkirin qebûl nekirin, hevdîtina vekirî pêk neanîn.    Li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê, hat hînbûn ku ji ber ku girtiyên siyasî lêgerîna li wan hatiye ferzkirin qebûl nekirine, hevdîtina vekirî pêk neanîne. Li gorî agahiyên ku malbatan ragihand, îdareya girtîgehê lêgerîneke hûrguliyane li girtiyan ferz kiriye. Lê belê girtiyên ku ev yek qebûl nekirine, li hemberî vê liv û tevgera îdareyê dirûşme berz kirine. Malbatan ragihand ku gardiyanan agahî daye wan û gotine: "Lêgerîn qebûl nekirine. Loma hevdîtinê naxwazin."    Ji ber vê yekê malbat neçar man vegerin.