Qeyûm fitariya ku şêniyên Êlihê tev lê nebûn betal kir 2018-05-18 21:20:07   ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê û Turk Kizilayê bi awayekî hevpar li Taxa Baglari fitarî da. Lê belê ji ber ku şêniyên taxê tev li fitariyê nebûn, çalakiya fitariyê hat betalkirin.    Qeyûmê Şaredariya Êlihê û Kizilayê bi awayekî hevpar li Kolana Garzanê ya li Taxa Baglari fitarî da, lê belê gel bertek nîşan da. Şêniyên taxê gotin "Em ne qeyûm û ne jî xwarina wî naxwazin" û xwestin maseyên li ser kolanê hatine danîn bên rakirin. Piştî peywirdar û şêniyên taxê ketin qirika hev, rageşiyek xwe da der û çalakiya fitariyê hat betalkirin.    Di rageşiya rû da de, hin peywirdarên Kizilayê birîndar bûn. Piştî rageşiyê gelek wesayîtên zirxî hatin cihê bûyerê û hat hînbûn ku 3 kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin.