Girtiya siyasî di nava girtiyên edlî de te girtin 2018-05-18 20:31:17   DENÎZLÎ - Li Girtîgeha Bozkûrtê girtiya siyasî Rifkiye Balpinar, di nav girtiyên edlî de tê girtin. Balpinar ragihand ku wê ji rayedaran re gotiye ewlehiya wê tune ye lê belê rayedaran gotiye 'Di nav girtiyan de xizmên şehîdan hene. Em nikarin tiştekî bikin.' Balpinar diyar kir ku tim gef lê tên xwarin.    Girtiya siyasî Rifkiye Balpinar ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê dima, bi hinceta cezayê wê ji salekê hindiktir maye duh na pêr ew sewqî Girtîgeha Bozkûrtê ya Denîzliyê kirin. Balpinar ragihand ku li Girtîgeha Bozkûrtê tim gef lê tên xwarin û ewlehiya wê tune ye. Balpinar bi riya hevalekî xwe tiştên bi wan re rû bi rû dimîne ragihand û diyar kir ku ji ber ew girtiyeke siyasî ye girtiyên edlî tim gefan lê dixwin û rêveberiya girtîgehê jî ji bo vê yekê tu tevdîran nagire. Balpinar diyar kir ku wê rewş ji rêveberiya girtîgehê re rave kiriye lê belê rêveberiyê jê re gotiye: "Di nav jinên ku di girtîgehê de ne xizmên leşkerên şehîd hene. Loma em nikarin garantiya ewlehiyê bidin."    Rêxistina HDP'ê ya Denîzliyê têkildarî mijarê ji parêzeran alîkarî xwest.    Her wiha rêveberiya girtîgehê jî got, kesekî ku der barê mijarê de agahiyan bide tune ye.