Serokê Baroya Sakaryayê: Kujerên Elçî dernekevin edalet nayê tesîskirin 2018-05-18 15:52:09   AMED – Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan di çalakiya Tahîr Elçî de got: “Li welatek ku serdestiya hiqûqê lê hebe, nemumkûne bûyerên faîlê ne diyar pêk werin.”    Baroya Amedê di hefteya 127’emîn de ji bo dosyeya lêpirsînê ya Serokê Baroyê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin bi bandor bêbirêvebirin dewam kir û edalet xwest. Çalakî li ber Edliya Amedê pêk hat. Gelek parêzer bi cubeyên xwe tev li çalakiyê bûn. Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun jî piştevaniya çalakiyê kirin.  Parêzeran pankartê wêneyê Elçî li ser ê bi nivîsa “Em te ji bîr nakin” vekirin. Di çalakiyê de ewil Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî û got ku ji bo kujerên Elçî bên dîtin û piştevaniyê bikin hatina Serokê Baroya Sakaryayê hêz daye wan û malovaniya wî kir.    'NE MUMKÛN E KUJER NEYÊN DÎTIN’    Dû re Serokê Baroya Sakaryayê Zafer Kazan axivî û bi bîr xist ku li gel 127 hefte di ser kuştina Elçî de derbas bûne jî hêj kujer nehatine dîtin. Kazan got: “Tahîr Elçî ji bo parastina vê axê dengê xwe bilind kir. Ji bo em edalet, aramî û hiqûqê ji nû ve înşa bikin û bînin em li kujerên Elçî digerin. Çimkî li welatek hiqûq û edalet lê serdest be, nemumkûne kujerên buyerekî li welat neyên dîtin. Heke kujer nayên dîtin û buyer nayê zelalkirin û kujer ew bixwe ne. Kekê me Tahîr Elçî wek bi dehan ronakbîrê vî welatî hat kuştin. Heke em kujeran nebinîn, em ê nikaribin edaletê tesîs bikin. Wê têkoşîna me bidome.”    Parêzeran 5 deqîqe çalakiya rûnitşinê pêk anî û çalakî bi dawî bû.