DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin 2024-04-25 13:30:43 ENQERE - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî gotinên Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ên têkildarî girtina partiya wan da û wiha got: “Ji bo girtina partiya me dev ji talîmatdayîna partiyê berdin. Tavilê dev ji emirdayîna Dadgeha Destûra Bingehîn berdin.”    Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî mijarên di rojevê de li Meclisê daxuyaniyê dide.    Koçyîgît, diyar kir ku di darizandinên li welêt de bêedaletiyên mezin hene û wiha got: “Daraz îktîdar û sermayeyê diparêze lê civakê naparêze. Wezîrê dadê li dijî van bêhiqûqtî û rizîbûnê tiştekî nake. Mîna Goebbelsê AKP’ê tevdigere. Edalet û daraza welat di bin piyan de ye lê ew naxwe û venaxwe gotinan ji DEM Partiyê re dike. Gotinên ku DEM Partiyê bixe nava dorpêçeke nû ya darazê gotinan dike. Gelo ma çi karê te nîne? Hewl dide bibe Suleyman Soylu. MHP dixwaze doza girtinê were vekirin û ew jî hewl dide bibe dadgerê wê. Doza girtina HDP’ê besî wan nekiriye ku niha fermanê dide darazê ku li DEM Partiyê doza girtinê were vekirin.    Wezîr Tunç, di axaftina xwe de xalên 10’emîn û 11’emîn ên PMME’yê weke referans nîşan dide lê qala DMME’yê ku ji ber girtina partiyan Tirkiye mehkûm kiribû nake. Ji ber ku bi kêrî karê wî nayê lewma behs nake. Min rêzik bi rêzik tevahiya doza girtinê xwend. Îdianameyeke ji aqil û heqîqetê dûr hatiye amadekirin. Dema mirov dixwîne mirov şerm dike. Dê bibêjim kompas e lê van pê çênabe kompasê jî amade bikin. Bi hestên tolhildan û dijminatiyê tevgeriyane. Ji wezîrê dadê dipirsim; hûn çima têkildarî belgeya têkildarî fermana vekirina doza girtinê ya di Doza Kobanê de hatibû jibîrkirin naxivin? Ji ber ku ev belge kompasê vala derdixîne.    JI DEVÊ WEZÎR TÊKILDARÎ HIQÛQÊ YEK GOTIN DERNAKEVE    Hûn çima nabêjin ku DMME’yê têkildarî gelek îdiayên di doza girtinê de biryara binpêkirinê daye? Ji ber ku ew jî dizanin bi madeyên PMME’yê re hev nagirin. Ji devê wezîr tenê yek carê peyva hiqûqê dernakeve. Xuyaye ku encamên hilbijartinê hinek kes zêde aciz kiriye û AKP û MHP tirsandiye. Em careke din bang li wezîr dikin û dibêjin ku ji bo darizandina pariya me dev ji talîmatdayîna darazê berdin, tavilê dev ji emirdayîna Dadgeha Destûra Bingehîn berdin. Em careke din wezîr vedixwînin hiqûqê.    Niha dixwazin partiya me bigirin. Baş e lê ma partiya me li ser talîmatê tê girtin? Na. Partiya me ji partiyeke siyasî wêdetir e. Li mala gel hatiye avakirin, fikreke, felsefeyeke. Û hêza tu biryarên darazê têrî girtina wê nakin. Rastiya ku ev mejî fêm nake jî ev e. Hûn çi bikin jî hûn dê ji hev belav bibin û têk biçin. Hilbijartinên 31’ê Adarê ev rastiye baş raxistiye ber çavan. Xuyaye ku bo xwe çi ders jê negirtine. Li dijî vê em ê mîna berxwedana li Wanê li dij bisekinin û dê rê nedin.    HER ZAROKEK BI NÊZI 2 MILYON TL’AN DEYN JI DAYIK DIBE    Hevalên hêja Wezîrê Xizîne û Darayê Mehmet Şîmşek têkildarî deynên Tirkiyeyê gotiye ku tiştekî zêde bê mezinkirin tune ye. Bi rastî jî rewşekî sosret e. Ma mirov dê ji van kesên henekên xwe bi milyonan kedkar, karker û xizanan dikin çi bibêje? Li vî welatî her zarokek bi 2 milyon TL’an deyn ji dayik dibe. Deynên qerta krediyê yên şexsî trilyonek û 407 milyar TL ye. Deynên şexsî trilyonek û 610 milyar TL ne. Bi giştî di sala 2023’yan de 111 hezar û 576 esnafan dikan girtine. Deynên cotkaran nêzî 600 milyar TL’an bûne û ji bûdçeya 2024’an ji her 100 lîreyan 11.3 ji bo lêçûnên faîzê ne. Ji bûdçeya 2024’an ji her 100 lîreyan 10.2 jê ji bo lêçûnên leşkerî hatin dayîn. Di enflasyonê de Tirkiye li cîhanê di rêza 4’an de ye lê li gorî wezîr tiştekî bê mezinkirin nîne. Ma ev ne berhema aborînas Erdogan e?    BANA 1’Ê GULANÊ   Em 1’ê Gulanê di nava krîza aborî û bi qûşxaneyên vala pêşwazî dikin. Bêkarî zêde ye û cînayetên kar veguherîne qetlîaman. Bi milyonan karker dê biherikin qadên 1’ê Gulanê û dê bi hev re biqîrin. Dê deriyê serdemeke nû bi hev re bikin. Divê em bibêjin ku tevahiya biryarên qedexeyê ji bo tu wateya wan nîne. Weke DEM Partiyê em ê di 1’ê Gulanê de li Qada Taksîmê bin. Banga me li tevahiya xwişk û birayên me yên kedkar ew e ku ji bo avakirina welatê ked û azadiyê mil bidin milê me û biherikin qadên 1’ê Gulanê. Em ji niha ve 1’ê Gulanê li tevahiya kedkar û karkeran pîroz dikin.”