ATO betalkirina peymana Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê şermezar kir 2018-05-18 14:34:19   ENQERE - Peymana hekîmtiya malbatî ya Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor, ji ber daxuyaniya TTB'ê ya "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" da hat betalkirin. Piştî betalkirina peymanê Odeya Tabîban a Enqereyê bi daxuyaniyekê ev helwest şermezar kir.    Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) piştî Hikûmeta AKP/MHP'ê li dijî Efrînê operasyon pêk anî, daxuyanî dan û diyar kirin ku "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" û helwesta xwe ya li dijî şer anîbû ziman. Piştî vê yekê Wezareta Tenduristiyê der barê Endama Konseya Navendî ya TTB'ê Selma Gungor de doz vekir. Wezareta Tenduriustiyê piştî lêpirsîna îdarî peymana hekîmtiya malbatî ya Gungor betal kir. Oteya Tabîban a Enqereyê (ATO),  bi armanca biryarê şermezar bike li ber Navenda Tenduristiya Malbatê ya Maltepe ku Gungor lê dixebite çalakî pêk anîn.    Di çalakiyê de Serokê Rêveberiya ATO  Vedat Bulut, daxuyanî da û wiha got: "Dema em mafê xwe bikar tînin û erka xwe pêk tînin cezakirina me nayê qebûlkirin. Der barê 3 endamên Konseya Navendî ya TTB de lêpirsîn hatiye vekirin. Ji ber daxuyaniya "Şer pirsgirêka tenduristiya civakî ye" der barê hevalên me de lêpirsîn hatiye vekirin. Li gel ku TTB li gorî berpirsiyariya xwe daxuyanî daye jî Wezareta Karên Hundir serlêdana sûc kiriye. Li ser vê yekê jî Wezareta Tenduristiyê li şûna mafê hekîman biparêze, der barê hevalên me de lêpirsîn vekiriye. Daxwaza aştiyê mafekî qanûnî ye. Astengkirina mafê hekîmtiya Gungor nayê qebûlkirin. Daxwaza aştiyê û parastina aştiyê mafekî zagonî ye. Mafê hemwelatîbûnê ye."    Bulut, herî dawî da zanîn ku Wezareta Tenduristiyê bi vê mudaxaleyê sekna xwe ya serbixwe ji holê rakiriye.